Înfografîk: Yağmur Karagöz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibatê ya 2021an de herî kêm 33 jin kuştine û tecawiz li 12 jinan kiriye.
Di meha Sibatê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 14 jinan (Edene, Enqere, Aydin 2, Balikesîr, Çorûm, Hatay, Kayserî 4, Samsûn, Tekîrdag, Zongûldak) wekî “mirinên gumanbar” nivîsandiye.
Mêran, gefa “kuştinê” ango “êrişa zayendî” herî hindik li 10 jinan xwariye.
Li Stenbolê merek ji ber ku “hewldaye dayika xwe bikuje” hatiye girtin.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibatê ya 2021an de herî kêm 33 jin û 3 mêrên ku li gel wan bûne jî kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 20 jin kuştine. 4 jinên ku hatine kuştin biryara parastinê an go tedbîrê ji bo wan hebûye. Ji jinên ku mêran kuştine yek jê fasî bûye.
Jinên ku di meha Sibatê de hatine kuştin
Ayşe Nazlı Kınacı, Birgul Y., Canan A., El Mohammed, Emel Tokkal, Feride T., Gamze Kaçar B., Gonca A., Guler Kaya, Gulistan Ş., Gulsum B., Hacer Ç., Hanife Y., Hatice H., Hatice T., İkram K., Kader Balcı, Karanfil O., Melek G., Meral Şen, Meryem Guneş, Mihrican E., Nergiz S., Nur Cemil H., Pinar Can, Raziye O., Saime U., Samira Lkhadır, Saniye Kaçar, Semiha Peker, Sibel A., Şule Yıldırım, Zeynep I.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Afyon (1), Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (1), Ardahan (1), Bûrsa (1), Amed(1), Eskîşehîr (1), Hatay (1), Stenbol (7), Îzmîr (4), Kirşehîr (1), Kocaelî (1), Manîsa (3), Mûgla (2), Nevşehîr (1), Samsûn (1), Tekirdag (1), Trabzon (1), Riha (2)
Çapemeniyê “hinceta” kuştina 28 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran 2 jin bi hinceta “namûsê” kuştine û jinekê bi hinceta “hesûdiyê” kuştine. Mêran, jinekê ji ber ku “di fatoreyê de daşikandin çênekiriye”, jinekê jî ji bo “dizî kirine” kuştiye.
Di meha Sibatê ya 2021ê de, mêr, hevjîn/mêrê bere û hezkirî/destgirtîyê berê 20 jin kuştine. 7 jin ji aliye bav û 8 endamên malbatê yên weke kur û nevî ve hatine kuştin. Jinekê ji aliye 3 dizên ku ketine mala wê ve hatiye kuştin. Jinekê ji aliye xizmê xwe ve, jinekê ji aliye hevkarê hevjînê xwe yê berê ve û jinekê esnaf jî ji aliyê mişterîyê xwe ve hatiye kuştin. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku kesê 2 jin kuştine nas e an ne nas e.
Mêran 14 jin li nava malan, 10 jin li cihên weke otel, cîhê kar, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran 9 jin li ku kuştine.
Mêran 17 jin bi çekên gulexwar, 11 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê, 3 jin jî bi fetisandinê kuştine. Mêran serê jinekê bi dambilê pelixandiye û jinekê jî bi derb kirine kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
36 failên kuştina jinan yên mêr hebûn. Tenê 9 ji wan hatiye girtin. 14 fail hatine desteserkirin.
7 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “lêdigerin” û ya 2 faîlan jî weke “revîye” nivîsandiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di Sibatê ya 2021an de herî hindik zarokekî kuştine. Zarokî ji aliyê hevkarê bavê xwe yê berê ve hatiye kuştin.
Li Afyonê bavek keça xwe ya ku hê zarokê li kolanê birîndar kiriye. Li Stenbolê komek mêr hewl dane zarokek birevîne. Mêran li Agiriyê tundkarî li 3, li Amedê li zarokek kirine.
Çapemeniyê li Hatayê mirina zarokek weke “biguman” nivîsandiye.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Alî Dorûk Tokkal
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Eskîşehîr (1)
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek mêr hebû û hatiye girtin.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibatê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 12 jinan kiye. Par di heman mehê de ev hejmar çar bûye.
8 jin 7 mêrên nenas, jinekê bavê wê, jinekê lîstikvanê şanoyê û jinekê jî rêvebirê wê yê li cîhê kar û jinekê jî polîs tecawiz lê kiriye.
Ji jinên ku mêran tecawiz lê kiriye yek jê bi awayekî sistematik bûye.
Mêran li nava malan tecawiz li jinekê û li kargeh, ofîsa hiqûqê, metro ango li cih û qadên derve tecawiz li 2 jinên din kirine.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li neh jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Antalya(1), Aydin (1), Colemêrg (1), Stenbol (2), Osmaniye (4), Şirnex (1). Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrek li kijan bajarî tecawiz li jinekê kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 11 fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê pênc faîl hatine girtin.
Faîlek hatiye desteserkirin. Derbarê faîlek de karyarên qanûnî hatiye destpêkirin. Bi sucê “êrişa zayendî” doz li faîlek hatiye vekirin. 2 faîl serbest bûne. Çapemeniyê rewşa faîlek nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di meha Sibatê de herî kêm tacîz li neh jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 5 bû.
Herî hindik 7 jinan çar mêrên ku tacîz li wan kirîne nas nedikirin. Jinekê karmendê şaredariyê û jinekê jî cîranê wê tacîz lê kiriye.
Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 7 jinan kirine.
Mêran li kolan, otobus, metro ango li cih û qadên derve tacîz li 8 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tacîz li jinekê kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Enqere (1), Aydin (4), Stenbol(1), İzmir (1), Sakarya (1), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
Şeş failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê 2 faîl hatine girtin. Sê faîl hatine desteserkirin.. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Sibatê ya 2021an de herî hindik îstismar li 4 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mahê de ev hejmar 23 bû.
Herî hindik sê zarokên ku îstismar li wan hatine kirin, 10 mêrên ew îstismar kirine nas nedikirin. Zarokek, dersdarê avjeniyê îstismar lê kiriye.
Çapemeniyê cihê ku mêran îstismar zarokan kirine nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
Afyon (1) Çorum (1) Amed(1) Edirne (1)
Pêvajoya hiqûqî
11 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Bi tenê 2 ji wan girtine.
Derbarê du faîlan de çi tiştek nehatiyre kirin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Di meha Sibatê de, mêran herî kêm tûndkarî li 57 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 51 bû.
Deh jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan.
Di nav jinên ku mêran tûndkarî lê kirine de jinên trans jî hebûne. Mêran bi awayekî sîstematî tûndkarî li 5 jinan kirine. Ji jinan yek sûriyeyî bûye.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (5), Agirî (1), Aksaray (2), Antalya (2), Dîlok (2), Aydın (2), Êlih (1), Bursa (1), Denizli (1), Düzce (1), Edirne (16), Stenbol (6), İzmir (6), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Mugla (3), Rize (1), Uşak (1), Wan (1), Zonguldak (3)
Hevjîn/hevjînê kevn, destgirtî/destgirtiyê kevn ên herî hindik 35 jinan, tundkarî li wan kiriye. Jinekê ji aliyê heskiriyê dayika xwe ve, jinekê ji aliye 5 mêrên ku xwedî xanî ne, jinekê, nexweşê wê jinekê, patronê wê, jinekê birayê wê û jinekê jî zavayê wê tûndkarî lê kiriye.
Çapemeniyê behsa wî tiştî nekiriye ku bê ka 20 mêrên tundkarî herî hindik li 16 jinan kiriye, hevdu nas dikin an na.
Mêran ji ber ku “xwestine cihê bibe” tundkarî li çar jinan kiriye. Jinekê ji ber dizîyê, yek ji ber hesûdiyê, yek ji ber mîratê, yek ji ber pere û yek jî ji ber ku çarşef li ber kiriye rastî tûndkariya mêran hatine. Mêran ji berk u jinekê “denge muzîkê kêm nekiriye” êrişî wê kirine. Çapemeniyê hinceta tûndkarîya mêran ya li 47 jinan kirine, nenivîsandiye.
Mêran derb li 51 jinan xistiye û ew birîndar kirine. Herî hindik sê jin bi kêran, sê jin jî bi çekên guleber birîndar kirine.
Mêran li nava malan tundkarî li 17 jinan, li kolan, daristan ango li qadên civakî tundkarî li 23 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 17 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 65 failên tundkariya mêran hebû. Tenê 6 faîl hatine girtin. Herî hindik derbarê 18 faîlan de kirarîyên qanûnî hatiye destpêkirin. 7 fail desteser kirine. 2 faîlan xwe kuştine. Derbarê çar faîlan de biryara jê dûrxistinê hatiye dayîn.
Çapemeniyê behsa pêvajoya hiqûqî ya 29 failan nekiriye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Sibatê de herî kêm bi 104 jinan karkeriya seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 134 bû. 43 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 50 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan kirine. Tenê 13 fail hatine girtin. 37 fail piştî desteserkirinê serbest bûne. (EMK/AY/FD)