Fotograf: Kaos GL
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
328 rêxistînên civaka sivîl, li dijî tundakiya polîsan a li ser LGBTI+yan, girtina Kluba Xebatên LGBTI+yan a Bogaziçiyê û gotinên nefretkirinê yên li ji bo LGBTI+yan kampanyayeke îmzeyan dane destpê kirin.
Rêxistinên sivîl ên ku bi gotina “em bi hev re ne” metna kampanyayê îmze kirine, bang li rayedaran kirine û xwestine, dest ji gotinên nefretkirinê yên li dijî LGBTI+yan berdin, biryara girtina Kluba Xebatên LGBTI+yan betal bikin, tundkariya polîsan bila polîs bi dawî bibe û kes neyê desteserkirin û xwendekarên girtî azad bibin.
Li gorî nûçeya Yildiz Tar, li Kaos GLyê hatiye weşandin, kampanya di 7ê Sibatê de destpê kiriye û heta dawiyê 328 saziyan îmze avêtine bin metna kampanyayê. Metna ku amade kirine, saziyan her weha li ser malpera beraberiz.org-ê weşandiye.
Ekîba kampanya daye destpêkirin aşkere kiriye ku wan kampanya bi dawî kiriye û wiha dewam kiriye: “Ji roja ku me kampanya daye destpêkirin heta niha gotinên nefretkirinê yên li ser LGBTI+yan dewam kirine. Kluba Xebatên LGBTI+yan ya Zanîngeha Bogaziçiyê bi awayekî fermî û hîna girtî ye. 9 xwendekarên ku mafên xwe yên ji Destûra Bingehîn hatiye, bikar anîne hîna jî girtî ne.
Ji ber wê ye em dubare dikin: Bila rayedar dest ji gotinên nefretkirinê yên li dijî LGBTI+yan berdin, biryara girtina Kluba Xebatên LGBTI+yan betal bikin, tundkariya polîsan bila polîs bi dawî bibe û kes neyê desteserkirin û xwendekarên girtî azad bibin. Em bang li saziyên sivîl ên metna kampanyayê îmze kirine yan jî nekirine dikin û dibêjin ji bo mafên me ji niha û pê de jî dengê xwe derxin.” (EMK/FD)