Fotograf: JinNews
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Doza Kuştina Pinar Gultekînê duh (16 Sibat 2021) li 3em Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê pêk hatibû. Cemal Metîn A. bi tohmeta ku Gultekîn kuştiye û Mertcan A. birayê wî jî bi tohmeta ku alîkarî dayê tên dadkirin. Dadgehê biryara tehliye kirina Mertcan A.yî dabû.
Dozgeriyê îtiraz kiriye
Li gorî zanyariyên ku Ajansa Anadolûyê belav kiriye, Serdozgeriya Komarî a Muglayê biryara tehliyeyê ya dadgehê derbarê Mertcan A.yî de dabû, îtiraz kiriye. Serdozgeriyê di itiraza xwe de weha gotiye, “Tevahî delîl bi temamî nehatiye komkirin û goman heye ku tohmetbar bireve.”
“Roja bûyerê li cîhê bûyerê bûye”
Rêzan Epozdemîr, parêzerê malbata Pinar Gultekînê jî li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê tehlîyebûna Mertcan A. îtiraz kiriye.
Epozdemîr di îtirazê de bal kişandiye ser îfadeyên bi nakok yên Mertcan A. yên li dadgeha û fermangeha cendirmeyan dabû û destnîşan kiriye ku qeydên HTSê, gotinên şahîdan û gotinên bi nakok yên tohmetbar dide nişandan ku di roj û saetên bûyerê de li cîhê ku bûyer pêk hatiye, bûye.
Çi bûbû?
Pinar Gultekîna ku nişteciha Taxa Akyakayê ya Ulayê, navçeya Mûglayê 16ê Tîrmehê ji mala xwe derketiye. Pinar Gultekîn bi rêya telefonê bi Sibel Gultekîn, xwuşka xwe ya li Stenbolê re axivî ye. Lê piştî wê agahî jê nestendiye.
Sibel Gultekîn ji jiyana xwuşka xwe ketiye gumanê û bi dêya xwe Şefika Gultekînê re çûye Mûglayê. Çûne Fermandariya Qereqola Akyayakayê û gotine ku Pinar Gultekîn winda ye. Piştî serî li qereqolê dane cendermeyan dest bi lêgerînê kiriye. (EMK/AY)