Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Polonyayê protestoyên qedexeya kurtajê hefteyeke didome. Di saetên dereng yê roja 27ê Kanûna Paşiyê de qanûna kurtajê ya nû ya qedexeya kurtajê berfirehtir dike ji bo pêkanînê hatibû pesendkirin. Li gorî qanûnê ji sê yasayên ku ji bo kurtajê ne xala “fetusa biqisûr” jî hatiye betalkirin. Protestoyên ku hefteyek berê li Varşovayê, paytexta Polonyayê destpêkiribû, li tevahî wî welatî belav bûne.
Dadgeha Destûrî ya Polonyayê di 22ê Çiriya Pêşiyê de beşekî girîngê mafê kurtajê sînordar kiribû. Ji xwe li Polonyayê piştî ji xalên ku rê li pêş kurtaja qanûnî vedike, xala “fetusa biqisûr” hatiye betal kirin, kesên ku mafên kurtajê diparêzin derketine kolanan. Dadgeha Destûrî, piştî ku protestoyan du hefteyan dewam kiriye, biryara pêkanîna yasayê taloq kiribû.
Di 27ê Kanûna Paşiyê de li gelek bajaran ji 400 hezarî zêdetir kes tevlî protestoyan bûne û protestoyan piştre li bajaran weke Lodz, Gdansk û Szczecinê dewam kiriye.
Doktor neştergeriyê qebûl nakin
Li Polonyayê her sal ji 2 hezarî kêmtir kurtajên qanûnî çêdibe û gelek doktor ji ber baweriya olî kirina qebûl neştergeriyê/emeliyatê qebûl nakin. Komên jinan pêşbînî dikin ku her sal heta 200 hezar jinên polonî dixwazin bi rêyên neqanûnî ango li derveyî welat kurtajê bikin.
(EÖ/EMK/AY)