Fotograf: Kaos GL
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Kaos GLyê Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya 2020an ya têkildarî cîh girtina LGBT+yan di rojnameyan de belav kiriye. Komele 13 sale medyayê dişopîne ku çawa qala LGBTİ+yan dikin. Lêkolîna ji bo rapora sala 2020an a komeleyê Alî Özbaş birêve biriye.
Rapor jî Yildiz Tar, Koordînatora Bernameyê ya Ragihandin û Medyayê ya Komeleyê xwendiye.
Li gorî nûçeya Kaos GLyê rapor ji 11 beşan pêk hatiye. Di raporê de cîh dane rêjaya gotinên ku hestên nefretê çêdikin, lêkolînên li ser rojnameyan, tabloyên berhevkirî yên ku li gorî salan, mînakên gotinên ku hestên nefrete çêdikin û cûdaxwazî, nivîsên erênî yên ku ji kovar û rojnameyan hatiye jêkirin, têgehên bingehîn, pirsîyarên ku herî zêde tên pirsin û nivîsa ku li ser azadiya xweîfadekirinê ya ku parêzer Kerem Dîkmenî amade kiriye.
Zimanê cûdaxwaz û gotinên ku hestên nefrete çêdikin
Komeleyê di sala 2020an de lêkolîn li ser 3476 metnên ku hatine weşandin, kiriye. Ji wan metnan nêzîkî sêdî 54(1882 nivîsar) di medyaya neteweyî de û ji sedî 46(1594) jî di medya herêmî de hatine weşandin.
Li gorî rapora çavdêriya li medyayê ya Kaos GLyê rêjeya gotinên ku hestên nefrete çêdikin û zimanê cûdaxwaz ji sedî 61 e.
(EMK/AY)