Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Salek di ser windabûna Gulistan Doku, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê re boriye. Li gelek deverên Tirkiyeyî çalaki ji bo Gulistan Dokuyê pêk hatine.
Dêrsim
Platforma Jinan a Dêrsimê, li Qada Seyîd Rizayî çalakiyek pêk aniye. Bedriye Doku, dêya Gulistan Dokuyê, Xalit Doku, bavê wê, Alîcan Onlu û Dêrsim Dag, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Mehmet Fatîh Maçoglu, Şaredarê Dêrsimê, Kenan Çetîn, Serokê Baroya Dêrsimê jî beşdarî çalakiyê bûne.
Di çalakiyê de pankarta “Ev salek e em dipirsin, em ê bipirsin Gulistan ne di avê de ye li ku ye?” hat vekirin û wêneyên Dokûyê û dovîzên “Gulistan Doku li ku ye” hildane. Her weha dirûşma “Jinên hatine qetilkirin serhildana me ne” berz kirine.
Beriya daxuyaniyê Bedriye Doku li ser keça xwe lorandiye. Bedriye Dokuyê wiha axiviye: “Min Gulistan emanetî dewletê kir. Gulistan beriya winda bibe mesaj dişand û digot, ‘Ez ditirkim. Gulistan çima ditirsiya. We çi anî serê Gulistana min, we çi pê kir, we li ku binax kir?
“Ez dêya Gulistanê me, ev saleke kezeba min şewitandin. Ev saleke her ez serê xwe datînim ser lihêvê agir bi dile min dikeve. Keça min demildest bibînin.”
Amed
Tora Têkoşîna li Dijî Tundkariyê ya Amedê jî bang li rayederên ku ev saleke lêpirsîneke bibandor nemeşandine kirine. Endamên Torê li avahiya Buroya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê civînek pêk anîne.
Asya Cemre Işik, endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê gotiye, li ser daxwaza malbata Dokuyê, ji bo lêpirsînê berfirehtir bikin û delilan kom bikin, wan daxwaznameyek pêşkêşî dozgeriyê kirine, lê dozgeriyê lêpirsîneke hewce pêk neaniye.
Dîkîlî
Li Dîkîlî, navçeya Izmîrê jin li navenda bajêr kom bûne û xwestine ku Gulistan Doku were dîtin.
Li Dîlok, Nevşehîr û hin bajarên din jî Komisyonên Adaletê yên ji bo Gulistan Dokuyê çalaki li dar xistine. (EMK/FD)
* Çavkanî: Jinnews, Pîrha, medyaya civakî