Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gorî nûçeya Gokhan Altayî li Ajansa Mezopotamyayê qeyûmê Şaredariya Colemêrgê demek berê Ayhan Tûnçiyê ku Rêvebirê Karên Civakî û Çandê bûye, tayînî Miduriyeta Xizmetên Malbat û Jinan kiribû.
Cîhan Karaman, Şaredarê Colemêrgê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di 15ê Çiriya Pêşiya 2019an de li Colemêrgê hatibû desteserkirin û di 17ê Çiriya Pêşîyê de jî hatibû girtin. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Îdrîs Akbiyik, Waliyê Colemêrgê li şûna Karamanî hatibû tayînkirin.
Qeyûmê Şaredariya Bêgiriya Wanê jî, di “Civîna Meclîsa Şaredariyê ya meha Çiriya Paşiyê” ya 2020an de ku hin fermanberên şaredariyê tevlî bûne, Bunyamîn Polat, Rêvebirê Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê, ji bo Miduriyeta Xizmetên Malbat û Jinan peywirdar kiriye.
Wezareta Navxweyî di Kanûna Pêşiyê ya sala 2019an de qeyûm tayînî Bêgiriyê kiribû.(EMK/AY)