Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind xwestiye cezayê miebeta girankirî yê li Ozgur Arduç, kujerê Ceren Ozdemirê hatiye birîn, were qebûlkirin.
Ceren Ozdemîr li Ordûyê li zanîngehê xwendekara pola 3yem a Fakulteya Muzîk û Hunerên Sahneyê bû. Li ber deriyê avahiya mala xwe hatibû kuştin. 1yem Dadgeha Cezayê Giran a Orduyê cezayê miebeta girankirî li Ozgur Arduçî birî bû.
Çi bûbû?
Balerîn Ceren Ozdemîr di 3ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de dema ji antremanê vedigeriya malê, kesekî nasnameya wî nediyar êrîşî wê kiribû. Tîmên tenduristiyê midaxele lê kiribûn û ew biribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Orduyê. Ozdemîr li vir can dabû.
Polîsan paşê lêpirsîn dabûn destpêkirin û li kamerayên ewlehiyê yên derdorê nêrîbûn. Polîsan kujer Ozgur Arduç desteser kirin. Dema polîsan xwestibû wî desteser bikin, polîsek kêr kiribû. Seddar Yavuz, Waliyê Orduyê di daxuyaniya xwe de gotibû ku berguman beriya niha 12 caran ji ber sûcên cida rastî lêpirsînê hatiye.
Serdozgeriya Komarî ya Orduyê jî aşkere kiribû ku Ardûçî 14 sal berê li Orduyê zarokek kuştiye. Di Çiriya Pêşiyê ya 2019an de ew şandine girtîgeha servekirî û ji vir jî di 1ê Kanûna Pêşiyê de firar kiriye. (EMK/FD)