İnfografik: Yağmur Karagöz/bianet
Fotoğraf: Evrim Kepenek/bianet, 25ê Çiriya Paşiyê ya 2020 Kadıkoy
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê ya 2020an de herî kêm 31 jin kuştine û tecawiz li 13 jinan kiriye.
Medyayê mirina herî hindik 26 jinan -Ûşak (1), Balikesîr (1), Aydin (1), Mereş(2), Sakarya (1), Kayserî (3), Hatay (1), Kastamonû (1), Dîlok (5), Samsûn (2), Stenbol (1), Xarpêt (1), Riha (2), Îzmîr (1), Tekîrdag (1), Sêwas (1), Karaman (1)- wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Mêrek li Nevşehîrê hewldaye jinekî bikuje. Li Stenbolê û Îzmîrê mêran gefa kuştinê li du jinan xwariye. Çapemeniyê kuştina Melîha T.yê ku li Afyonê hatibû kuştin, weke “kuştina ku faîlê wê nehatiye dîyarkirin” nivîsandiye. Li Bûrsayê jina ku bi navê Z.Y. ji bo ku xwe ji êrişa zayendî ya destgirtiyê xwe rizgar bike, mafê xwe yê parastina rewa bikaraniye.
2019-2020
Di 11 mehên 2019an de, mêran herî hindik 305 jin kuştine, taciz li 204 jinan kiriye, 247 zarok istismar kirine, tecawiz li 46 jinan kiriye, tundkarî li 556 jinan kiriye û heri hindik bi darê zorê karê seksê li 551 jinan kiriye.
Di 11 mehên destpêkê yên 2020an de, mêran herî hindik 260 jin kuştine, tacîz li 136 jinan kirine, 257 zarok istismar kirine, tecawiz li 92 jinan kiriye, mêran tundkarî li 731 jinan kiriye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 775 jinan kiriye.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê ya 2020an de herî kêm 31 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 21 jin kuştine. Meran li gel ku biryara parastinê hebûye jî hêrî hindik 3 jin kuştine.
Jinên di meha Çiriya Paşiyê de hatine kuştin
Alev Seçen, Cemîle Nûr A., Cennet Tûgba Tokbaş, Çilem Kiliç, Elîf Yakin, Emîne P., Fatma Mavî, Gulizar O., Gullu D., Gulser Ç., Hafize Gunakın, Hasret Yuksekkavas, Hayriye Z., Leyla O., Makbule Sari, Melîke K., Mislina Yılmaz, Nagihan K., Nefik. O, Nerguzel K., Neslîhan Yilmaz, Nîlay K., Nuran Altunay, Saadet Korkmaz, Seher O., Serap Çetîner, Serap O., Serpil Ş., Tulay Sivil, Yurdagül O., Zeliha Uysal
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Afyon (1), Aksaray (1), Enqere (2), Antalya (1), Dîlok (1), Bilecîk (1), Bursa (1), Çorum (2), Denizli (1), Edirne (1), Eskişehir (1), Stenbol (2), İzmir (5), Kocaeli (1), Konya (1), Meletî (1), Mereş (2), Mersin (4), Mugla (1), Ordû(1).
Çapemeniyê “hinceta” kuştina 25 jinan ya meran nenivîsandiye. Meran 4 jin ji ber ku xwestine cihê bibin kuştine, jinek bi hinceta “hesûdiyê” yek jî “aborî” kiriye hincet û kuştiye.
Mêran 20 jin li nava malan, neh jin li cihên weke daristan, wesayît, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran du jin li ku kuştine.
Mêran 18 jin bi çekên gulexwar, heft jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine û jinek fetisandine yek şewitandine, yek jî bi derpkirinê kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran sê jin çawa kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 31 failên kuştina jinan hebûn. Ji faîlan tene 4 kes hatine girtin û 16 kes jî hatine desteserkirin.
Neh faîlan xwe kuştine û çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 2 faîlan nenivîsandiye.
Kuştina ku di meha Çiriya Paşiyê de di çapemeniyê de hatiye nivîsandin
Di 24ê Kanûna Paşiyê de kuştina Hatice Çetînbaşê li Çeteleya Tundkariya Mêran a bîanetê de weke “mirina biguman” cîh girtibû. Hatiye tespîtkirin ku 2 mêran ew kuştine. Derbarê mêrên bi navê R.K.(35) û Z.K.(42) de bi sûcên “talan”, “êrişa zayendî” û “sedembûna kuştina bi qestî” îddianame hatiye amadekirin.
Li Amasrayê mêrê bi navê M.Ş.(33) ji bo bi Hatice Sagir, hevjina xwe ya 8 sal bere jê cihê bûye û Y.Ş.(10),zarokê xwe re qise bike birine cîhekî çîyayî. Bi çekê jinê li wir dikuje, zarok dibe mala birayê xwe. Y.Ş. buyerê ji meta xwe re dibe û meta wî/wê ji polîsan re gilîyê M.Ş.yî dike. Dema cendirme wesayîta M.Ş. daye sekinandin, xwe kuştiye. Bûyera k udi 31ê îlonê de pêk hatiye çapemeniyê di meha çiriya paşiyê de nivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di Çiriya Paşiya 2020an de herî hindik 2 zarok kuştine. Zarokêk bavê wî/wê, zarokek jî ji aliyê 5 mêran ve hatiye kuştin.
Li Çanakkaleyê kuştina zarokekî çapemeniyê weke “kuştina ku faîlê wê nehatiye dîyarkirin”nivîsandiye.
Li Enqereyê xwe kuştina zarokekî çapemeniyê “biguman” nivîsandiye. Li Bursayê pitikek di landika xwe de mirî hatiye dîtin. Li Kayseriyê yek, Amedê yek û li Samsûnê kuştina zarokêk çapemeniyê weke “biguman”nivîsandiye. Li Mersînê bavek 4 zarokên xwe derp kiriye. Li Çorûmê bavek keça xwe bi çeka gulexwar brîndar kiriye.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Gamze Açar, Mehmet A.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Ankara (1), Konya (1)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm şeş faîl hene. Bi tene 3 faîl hatine girtin. Du faîl piştî desteserkirinê hatine berdan. Faîlekî jî bi şertê kontrola edlî serbest maye.
Tecawiz
Di meha Çiriya Paşiyê de mêran tecawiz herî hindik 13 jinan kiriye. Par heman mehê mêran tecawiz li çar jinan kiribû.
Ji ber ducanîbûna jinekê hatiye famkirin, derketiye holê ku tecawiz lê hatiye kirin. Bûyereke tecawizê sistematik bûye. Mêran tecawiz li du jinên kêmendan kirine. Jinek ozbek bûye.
Mêrê kevn ê jinekê tecawiz lê kiriye. Melayek tecawiz li jinekê kiriye. Xwediyê karî tecawiz li jinekê kiriye, endamekî partiyeke siyasî tecawiz li jinekê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên tecawiz li 9 jinan kirine, kî ne.
Mêran li nava malan tecawiz li pênc jinan û li kargeh, dibistan ango li cih û qadên derve tecawiz li pênc jinên din kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li sê jinan kirine.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Elezîz (1), Stenbol (6), Konya (1), Mugla (1), Samsun (1), Tekirdağ (1), Tokat (1), Zonguldak (1) |
Pêvajoya hiqûqî
16 fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê şeş fail girtine. Du fail desteser kirine. Doz li çar failan vekirine. Lêpirsînname ji bo failekî vekirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka rewşa hiqûqî ya sê failan çawa bûye.
Tacîz
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de de herî kêm tacîz li 14 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 26 bû.
Jinan çar mêrên tacîz li wan kirîye nas nedikirin. Du hevkarên çar jinan tacîz li wan kirine. Parêzerekî tacîz li jinekê, dersdarekî zanîngehekî tacîz li jinekê, lîstikvanekî rêzefilmekî tacîz li du jinan kiriye.
Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 12 jinan kiriye. Mêran li hemberî du jinan mastürbasyon kirine û ew tacîz kirie.
Mêran li qadên civakî yên weke kolan û keştiyê tacîz li 10 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tacîz li çar jinan kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
|
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 13 fail hebûn ku jin taciz kirine. Bi tenê faîlek hatiye girtin. Herî kêm 12 fail hatine desteserkirin. Derbarê faîlekî de lêpirsîn hatiye amadekirin. Lêkolîna bûyerê ji bo sê failan hatiye amadekirin.
Failek ji erka xwe hatiye dûrxistin. Cihê karî yê failekî hatiye guhertin. Doz li du failan hatiye vekirin. Biryara dûrxistinê ji bo failekî hatiye derxistin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya failekî nenivîsandiye.
Istismara zarokan
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî hindik istismar li 31 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mahê de ev hejmar 30 bû. Piştî ku zarokek ducanî bûye, hatiye famkirin ku istismar lê hatiye kirin.
2 zarokên ku istismar li wan hatine kirin, mêrên istismar kirine nas nedikirin. Xizmekî istismar li pênc zarokan, dersdarekî istismar li çar zarokan kiriye. Bavê zarokekî/ê istismar lê kiriye. Her weha doktorekî istismar li sê zarokan kiriye.
Mêran li malan istismar li sê zarokan, li nava kolan, park, market, otobus ango qadên civakî istismar li 10 zarokan kirine. Çapemeniyê cihê ku mêran istismar li 18 zarokan kirine nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
|
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 18 fail hebûn. Tenê sê ji wan hatine girtin. Sê fail desteser kirine. Du fail serbest bûne. Doz li sê failan hatiye vekirin. Lêpirsînname ji bo çar failan hatina amadekirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsandiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Di meha Çiriya Paşiyê de, mêran herî kêm tûndkarî li 61 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 54bû.
Şeş jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Mêran bi rêkûpêk tundkarî li sê jinan dikir. Jineke ku mêran tundkarî lê dikir ne welatiya Tirkiyeyê bûye. Yek jê jî azerbaycanî bûye.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (2), Afyon (1), Aksaray (2), Enqere (2), Antalya (3), Aydın (1), Edirne (12), Hatay (1), Stenbol (10), Izmîr (1), Karabük (1), Karaman (1), Kayseri (1), Kilis (1), Kocaeli (2), Konya (1), Manisa (1), Mersin (1), Nevşehir (9), Ordu (1), Sakarya (1), Tekirdağ (3), Trabzon (1), Zonguldak (1), |
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran tundkarî li kîjan bajarî li jinekê kirine.
Mêrên/mêrên kevn ên 32 jinan, destgirtî/desgirtiyên kevn ên 10 jinan tundkarî li wan kirine. 13 jinan 11 mêrên ku tundkarî li wan kirine, nas nedikirin. Mêr, kur û kesên din ên malbatê tundkarî li çar jinan, dizekî tundkarî li jinekê, xwediyê barekê tundkarî li jinekê kiriye.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 51 jinan kiriye nenivîsandiye. Mêran bi sedema ku xwestine veqetin/dest ji hev berdin tundkarî li çar jinan kirine. Mêran bi sedema ku “ducanî bûye” tundkarî li jinekê, bi sedema ku “li motosîkletê siwar nebûye” li jinekê, bi sedema ku “taştê amade nekiriye” li jinekê kiriye. Her weha mêran bi sedema “hesûdiyê” tundkarî li sê jinan kirine.
Mêran derb li 45 jinan xistiye û ew birîndar kirine. Neh jin bi kêran, çar jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran tundkariya dijital li du jinan kirine.
Mêran li nava malan tundkarî li 27 jinan, li kolan, nexweşxane, wesayit, ofîs, otopark, market ango qadên civakî tundkarî li 22 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 10 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 59 fail hebûn ku tundkarî li jinan kirine. Bi tene şeş fail hatine girtin.
Çapemeniyê ji bo herî hindik 17 failan gotiye “karûbarên yasayî an jî hiqûqî destpê kiriye, lêpirsînname hatiye amadekirin.”
Ji bo neh failan çapemeniyê gotye “lê digerin”. Du failan xwe kuştiye. Ji bo 12 failan biryara dûrxistinê hatiye dayîn. Du fail serbest bûne. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 11 failan nenivîsandiye.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm bi 60 jinan karkeriya seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 66 bûye. 27 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 79 fail hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Tenê neh fail hatine girtin. Cezayê pereyan li şeş failan hatiye birin. 64 fail piştî ku hatine desteserkirin serbest bûne. (EMK/AY/FD)