Fotograf: Evrim Kepenek
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Jin, li Kadikoya Stenbolê ji bo çalakiya 25ê Çiriya Paşiyê Roja Navnetewî ya Berxwedana Li Dijî Tundiya Li Jinan kom bûn.
Jinên li deverên cida cida hatin ba hev bi slogana “Jin jiyan azadî”, “Heke jin azad bibin wê cîhan biheje” ber bi Qada Kadikoyê ve meşiyan. Jinan di dema meşê de fotografên wan jinan hilgirtin ku hatine kuştin.
Saet li derdora 19.10 deqîqeyan polis hewl dan meşa jinan asteng bikin û nehêlin ew biçin Qadê.
Lê paşê polîsan barîkat rakirin û jin hatin ba hev.
Jin saet di 19.30 deqîqeyan de li Qada Kadikoyê gihîştin ba hev. Li vir daxuyaniya ku Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê amade kiribû xwendin.
Daxuyanî bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin û beşek jê wiha ye:
“Bi berxwedana xwe ya li dijî qedexeya kurtajî ya li Polonyayê, bi çalakiyên xwe yên Las Tesisê yên Li Şîliyê polîtîkayên bêcezatiyê dadgeh dikin, bi îradeya me ya bi gotina ‘Em ne ji bîr dikin ne jî efû dikin’ ya li Meksîkayê li dijî parastina failên tundkariya mêran edliyeyan dişewîtîne, bi rêxistinkirina jiyaneke wekhev û azad a li Rojavayê li djî wêrankirina DAIŞê, dijminê jinan, li dijî êrîşên li ser xweseriya laş û jiyana me yên ku bi polîtîkayên zêdebûnê û malbatê pîroz pêş dixin, em her devera cîhanê li ser lingan e!
“Em sînorên ku dewletan xêz kirine nas nakin û em têkoşîna ku xwişkên Mirabel bilind kirine, em ê geştir bikin.
“Bi pandemiyê re tundiya mêran – dewletan a li ser jinan zêdetir bû. Xebatên li nav malê bêhtir bû. Bi girtina dibistanan re hem karê malê hem jî xwedîkirina zarokan li ser milên jinan ma. Xwestin ku em 24 seatan mina makîneyekê bixebitin. Bi fetwayên tûndî, xwestin homofobî û transfobî rewa bikin. Bi zagonên nû tecawîza li zarokan rewa bikin û faîlên wan biparêzin .
“Bi kayyûman sazî û dezgehên jinan girtin. Hevserokatiya me kirin hedef. Bi dehan salan e ku destkeftiyên bi tekoşîna jinan ava bûne, hatin desteserkirin. Her daîm bi politikayên şer mêran-dewletan tundiya xwe zexm kirin.
”Faîlên bi ûnîforma nehatin dadgehkirin û ceza negirtin. Yek ji wan faîlên bi ûnîforma ye Musa Orhan e ku tecawîz li İpek Erê kiriye û sedema kuştina wê ye.
“Tenê ji bo ku faîl bên dadgehkirin ne, ji bo ku dewlet jî peywirên xwe bicîh bîne em ê van pirsan bipirsin. Em dev jê bernadin!
“Peymana Stenbolê dide jiyandin . Em dibêjin bila dewlet li gora naveroka Peymana Stenbolê peywir û berpirsiyarên xwe bicîh bîne. (EMK/EKN/FD)