Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandiraya Kocaeliyê girtî, ji bo 25ê Çiriya Paşiyê Roja Berxwedana Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, peyam şandine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê siyasetmedarên jin di mesajên xwe di wiha gotine:
Figen Yuksekdag: Jin wê rêyên nû vekin
"Bi hêvî, bi berxwedêrî û bi piştevaniyê merheba. Li dijî sîstema ku zilmê, mirinê û tundiyê ferz dike, ez wan jinên ku dest dane hev û ji bo jiyaneke azad têdikoşin silav dikim. Berxwedana jinê ya ku kolanan azad dike, di vê 25ê Mijdarê de jî wê rêyên nû deyne pêşiya me. Li dijî her cûreyê tundiyê em ê her cûreyên piştevanî û têkoşînê keşf bikin. Tevgera azadiyê û hişmendiya jinê ya ku li girtîgehan, li derve, li dibistan, li febrîqe, li kolan û li zeviyan hişyar bûye, wê dîrokeke nû binivîsîne. Em ê bi hev re bi ser bikevin."
Sebahat Tûncel: Em li dijî faşîzmê dimeşin
"Di 25ê Çiriya Paşiyê de em careke din piştevaniya jinan mezin dikin. Em, sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr ku li me tê ferzkirin red dikin, ji bo paşeroja xwe xwe bi rêxistin dikin. Ji bo jiyaneke aştiyane, demokratîk, azad û wekhev, em jiyanê, xwezayê diparêzin. Li dijî edaleta dewletê ya mêr, em dibêjin edaleta rasteqîn. Li dijî her cûre cihêkarî, destavêtin, destdirêjî, komkujî, dagirkerî û tecrîdê em dibêjin 'Em xwe diparêzin'. Di serî de Peymana Stenbolê ji bo parastina destketiyên xwe ku bi kedeke mezin bi dest xistine, em têkoşînê mezin dikin. Bi kenê xwe, bi dansa xwe, bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, bi piştevaniyê em bi ser faşîzmê ve dimeşin. Em li girtîgehê, hûn li derve..."
Gultan Kişanak: Bi hêviya rojên bê tundî…
"Em jin li girtîgehan, li derve, li her qada jiyanê li dijî zext û tundiya mêr, me li ber xwe dan, em li ber xwe didin. Em zanin ku siberoja azad û bêtundî tenê bi têkoşîneke rêxistinbûyî ya jinan dikare ava bibe. Em bi biryar li ber kuştina jinan, li ber tundî û cihêkariya li jinan rabin. Bi hêviya mezinkirina têkoşîn û piştevaniya jinê, silavan li jinan hemûyan dikim..."
Edîbe Şahîn: Sînor ji bo hilweşandinê ne
"Ji roja ku em hatin dinyayê ve sîstema serweriya mêr sînor danîn ber me, dest bi lêkirina dîwaran kir. Em jî ji jiyana xwe zanin ku sînor û dîwar ji bo hilweşandinê ne. Tenê bila dilê mirovan bibe yek; bila destên me bigihêje hev. Hêza ku pêşî li her cûre tundiyê bigire, wê bi sekna me ya rêxistinbûyî be. Bi hêvî û baweriyê hembêz dikim..."
Çaglar Demîrel: Desthilatdarî ji jinan ditirse
"Jiyana min bi têkoşîna li dijî tundiya li jinê derbas bû. Yek ji sedemên girtina me jî parastina mafên jinan e, rabûna li ber tundiya li dijî jinan e. Rojane tundî li dehan jinan tê kirin, komkujî tên kirin. Yekane helwesta ku pêşî li komkujî û tundiya li dijî jinan bigire yekîtî û têkoşîna hevpar a jinan e. Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHPê herî zêde bandorê li jinan dike û cuda dike. Desthilatdariya heyî ji jinan û têkoşîna jinan ditirse. Ji ber ku jin bi rûmeta xwe, bi berxwedana xwe li ber her cûre tundiyê û zextê radibin. Em, ku dîlgirtiyên siyasî ne, li vir girtî jî bin têkoşîn û berxwedana me ya jinê dewam dike û wê dewam bike. Yên ku zor û zehmetiyan ji holê rakin jin in. Di vê mijarê de em bi hêvî ne, wêrek in û em ê teqez bi ser bikevin. Silav, hezkirin û hurmetên xwe ji jinan hemûyan re dişînim..."
Gulser Yildirim: Li dijî kirêtiyê derketin
"Beriya her tiştî dixwazim bi redkirina pênaseya 'tundiya li jinê' ya ji aliyê cewherî ve, dest pê bikim. Tundiya li jinê weke tundiya li bedewiya jinê, li rastî û cewhera jiyanê dibînim. Tundiya li jinê tundiya li her kes, her tiştên bedew e. Rabûna li ber tundiya li jinê jî rabûna li ber her cûre qirêjiyên jiyanê ye. Divê em tundiya li dijî jinê weke tundiya li tevahiya civakê bibînin. Ji ber ku çavkaniya hemû pirsgirêkên li nava civakê, ev zîhniyet e. Têkoşîna li dijî vê zîhniyetê, wezîfe û berpirsyariya jinan hemûyan e, lê di heman demê de wezîfeya alîgirên azadî, demokrasî, wekheviyê ye. Di şexsê jinê de cîhaneke ku tundî li kesî nayê kirin, hêvî dikim. Bi silav û hezkirinê..." (FD)
Aysel Tûglûk: Em ê êrîşan rawestînin
"Yek ji sedemên dîlgirtina me ew e ku em li ber tundiya li dijî jinê radibin. Bawerim ku bi piştevaniya jinê em ê pêşî li her cûre êrişên li dijî me bigirin. Hem li girtîgehê hem jî li derve em ê têkoşîna xwe dewam bikin..."