Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala ku DAKAH-DER li dar dixe, di navbera 20-25ê Çiriya Paşiyê de pêktê.
Komeleya Piştevaniya Jinanî(DAKAH-DER) duyem Festîvala Tekoşîna Li Dijî Tûndkariya Mêran ji ber vîrusa Covîd-19ê bi awayê online dide destpêkirin. Di festîvalê de dê jin di konseran, atolyeyan û panelan de pêyamên dijî tûndkariyê bidin.
Komelaya ku di Îlona 2018an de ava bûye li ser hesabê xwe yê medya civakî banga tevlîbûnê kiriye
Ji bo her beşên bernameya festîvalê serlêdanên cûda tê kirin û formên tevlîbûnê hene. (EMK/AY)