Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 5ê Sibatê de li Selçûklû, navçeya Konyayê dema Ozgur Dûran Tundkarî li Ayşe D.yê dike, Kadîr Şeker hewl dide rê li tundkarîyê bigire. Di wê xirecirê de Şekerî dibe sedemê mirina Dûranî ya bi kêrê. Li ser bûyerê dadgehê li Kadîr Şekerî 12 sal û 6 meh cezaya girtîgehê birîbû û biryara girtî mayîna wî ya li girtîgehê dabû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê parêzerên Kadîr Şekerî biryara dadgehê qebûl nekirine û serî li Dadgeha İstinafê ya Konyayê dane.
Mûstafa Aladag, Serokê Baroya Konyayê diyar kiriye, dema ku Şekerî xwestiye alîkariyê bide jinekî bûyer pêk hatiye û bûyer din ava sînorê xweparastina rewa da ye.
Aladagî weha gotiye:
“Me ji bo Kadîr Şeker daxwaznameya îtirazê dane Dadgeha İstinafê. Em ê hûrguliyên daxwaznameyê xwe dema biryara bi sedem ji me re hat şandin, peşkeş bikin. Lê me ji bo biryara girtî mayîna Kadîr Şekerî jî îtiraz kirin”(EMK/AY)