Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jin wê 12ê Îlona roja şemiyê wê saet di 17.00ê de li Parka Alî Îsmaîl Korkmazî ya li Yeldegirmeniya Kadikoyê û paşê jî wê saet di 18.00ê de jî li Parka Maçkayê li dijî tundkariyê werin ba hev.
Jinên Taxa Yeldegirmenî ya Kadikoya Stenbolê dibêjin “êdî tehemula me ji tundkariyê re nemaye.”
Jin wê 12ê Îlona roja şemiyê wê saet di 17.00ê de li Parka Alî Îsmaîl Korkmazîî ya li Yeldegirmeniya Kadikoyê û paşê jî wê saet di 18.00ê de jî li Parka Maçkayê li dijî tundkariyê werin ba hev.
Jinan bi daxuyaniyekê armanca çalakiya xwe aşkere kirine ku tê de wiha gotine:
“Em, jinên li taxa Yeldegirmeniyê dijîn, dixwazin li cîhaneke, bajarekî û taxeke wisa bijîn ku lgbti+, penaber, zarok, ajal, nebat, dar û kesên cida bê şert û merc werin qebûlkkirin, navê tundkariyê jî lê derbas nebe.
“Ji bo em xeyala taxeke bêtundkarî û bêtacîz careke din biqîrin em ê 12ê Îlonê roja şemiyê saet di 17.00ê de li Parka Alî Îsmaîl Korkmazî ya li Yeldegirmeniyê werin ba hev.”
Wê li Parka Maçkayê jî bicivin
Jin her weha wê heman rojê saet di 18.00ê de li Parka Maçkayê li ser Peymana Stenbolê biaxivin. Jinan ji bo vê çalakiyê bangewaziyeke wiha kiriye:
“Bangewaziyek ji bo jinên li Şîşliyê heye. Em dest ji jiyana xwe, mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin. Li her cihê ku em lê ne em ê biqîrin û bibêjin bê ka Peymana Stenbolê ji bo me çiqas girîng e. Em ê 12ê Îlonê roja Şemiyê saet di 18.00ê de li Parka Maçkayê bicivin. Tu neyê, wê yek ji me kêm be.” (EMK/FD)