Fotograf: Medya Urun (Jinnews) Dêya İpek E.yê Hakime Kilinç
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye ku wan Mûsa O. Çawişê Pispor ji kar dûr xistiye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê Wezareta Karûbarên Navxweyî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Desteya Disîplîna Bilind a Wezareta Karûbarên Navxweyî Musa O.yê ku bi tawana ‘destdirêjiya cinsî’ lêpirsîn derbarê wî de heye, roja 31ê Tebaxa 2020an bi derxistina ji fermanberiyê hatiye cezakirin û ew ji Fermandariya Giştî ya Cendermeyan hatiye dûrxisti.”
Mûsa O. tecawiz li İpek E.ya 18 salî kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê. Mûsa O. hatibû girtin lê tenê hefteyekê di girtîgehe de mabû û paşê hatibû tehliyekirin.
Çi bûbû?
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.
Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.
Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.
Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.(EMK/FD)