Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku beşdarî çalakiya derbarê Pinar Gultekînê bûye lêpirsînname ji bo Emîne Akbaba, xwendekara zanîngehê hatiye amadekirin.
Cemal Metîn A. li Mûglayê Pinar Gultekîn kuştibû û li Îzmîrê di 2yê Tîrmehê de çalakiyeke protestoyê pêk hatibû. Polîsan ji bo kesên beşdarî çalakiyê bûne zabıtname nivîsandiye û zanîngehê jî li gorî vê zabitnameyê lêpirsînname amade kiriye.
Li gorî nûçeya Sevda Aydinê ya li ser Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin, Zanîngeha Egeyê ji bo îfadegirtinê bang li Emîne Akbaba, xwendekara xwe kiriye.
Akbabayê gotiye ku lêpirsîn ji bo bandora têkoşîna jinan a li kampusê lawaz bikin hatiye amadekirin.
Akbabayê gotiye ku ji sala 2015an û vir ve derbarê wê de bi dehan lêpirsîn hatine destpêkirin û bi giştî 5 caran cezayê dûrxistinê lê hatiye birîn. Akbabayê wiha berdewam kiriye: “Yek ji kesên cezayê dûrxistinê li min birî Rektorê Zanîngeha Egeyê yê berê Cuneyt Hoşcoşkûn bû. Ev kes ji ber qaseya zanîngehê vala kiriye û ji ber endamê FETOyê ye reviyaye û hîn jî qaçax e.”
'YOKê pirsên lêpirsînê amade kiriye”
Emîne Akbabayê diyar kiriye ku jinên tevli çalakiya ji bo Pinar Gultekînê bûne, polîsan li hemûyan daye û ew binçavkirine:
"Bi salan e, dixwazin pêşî li têkoşîna jinan ya li zanîngehan bigirin. Kesên vê yekê dikin wê rojê xwestibûn kenê Pinar Gultekînê asteng bikin. Em jin wê rojê çawa ku me got wê yek ji me jî kêm nebe û em xwedî li kenê Pinarê derketin, îro jî em dibêjin Peymana Stenbolê jiyan e û em ê tim jî biqîrin.
"Heyeta dibistanê ji min re got, pirsên ku dê jê bipirsin ji aliyê heyeta YOKê ve hatine amadekirin. Lê belê pirs derbarê awayê çalakiyê de bûn. Min ji heyetê re got ev ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin û ew ê îfadeyê nede. Heyetê jî ji min re got, 'dê ceza li te bê birîn’." (AO/FD)