Fotograf: Medyaya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kabîlê Saba Sahar, derhênera jin a yekem, çêker û navdartirîn aktîvîsta Afganistanê gule baran kirine.
Yalda Hakîm, nûçegîhana BBCyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye, Sahara ku di dema çûyîna kar de rastî êrişê hatibû, li nexweşxaneyê tê dermankirin. Di êrişê de ji bilî Saharê pasewan û şofurê wê jî birîndar bûne.
Rêxistina Efûyê ya Navnetweyî bertek nîşan daye
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî êrişa li dijî derhêner Saba Sahar şermezar kiriye û bang kiriye, divê rojnameger û mafparêz bên parastin. Sahar, ji lîstikvanên herî navdar ê şano û fîlman wî welatî ye.
Di daxuyaniya rêxistinê ya li ser Twitterê de weha hatiye gotin:
"Zêdebûna êrişên li dijî mafparêzan, aktîvîstên siyasî, rojnameger û aktorên sînemayê metirsîdar e. Divê ev êriş û sûîqast bi awayekî cidî bên lêpirsînkirin û kiryarên wan bên cezakirin. Divê rayedar kesên gef lê tên xwarin, biparêzin."(EMK/AY/FD)