Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeya Pinar Gayipê ya ji Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA), M.P. ji ber ku êşa wî ya movikan zêde bûye roja 15ê Tebaxê di saetên nîvroyê de çûye Nexweşxaneya Perwerdehî û Lekolînê ya Taksîmê.
Li gel ku gazinên xwe ji doktorê servîsa lezgîn ra gotîye, bêyî ku tetkîkên bihûrgilî bên kirin, bi tenê derzîyeke êşbir lê xistine û ew şandine. Piştî bandora derzîyê derbas bûye, êşa M.P. dîsa dest pê kiriye û ew dîsa çûye heman nexweşxaneyê.
Li vir doktorekî din li servîsa lezgîn pêşwazîyê kiriye. M.P. rewşa xwe ya nîvroyê jê re gotiye û destnîşan kiriye ku doktor bi başî pê re eleqedar nebûye. M.P. weha behsa bûyerê kiriye:
“Piştre doktorê nobedar, bihêrs avixî. Rabû ser xwe û got “lawê min” û qêrîya. Bi destê xwe nîşana “derkeve” çêkir û hewl da şûşeya dezenfektanê ya li ser maseyê biavêje. Heta wê kêlîyê hêzên ewlehiyê bi tu awayî midaxil nebûbûn. Got 'Ez li te nanêrim îbne', rahişt şûşeya dezenfektanê û ji ewlekaran ra got 'wî biavêjin derve'."
Pasevan: Doktorê ku te derman bike li vir nîne
M.P. diyar kiriye, piştî ku erîşa doktor zêdebûye pasevanna gotiye, “Mamosta hûn çi dikin” û ez derxistim derê. M.P. weha pêde çûye: “Min jî ji ewlekariyê re got heta ez neyêm dermankirin ez dê li vir neçim. Min ji bo dermankirinê daxwaza doktorekî cûda kir û wan jî ji min re gotin ‘doktorê ku te derman bike li vir nîne'."
Polîsan gefa desteserkirinê xwariye
M.P. ku çûye li nexweşxaneyekî din hatiye dermankirin û piştre hatiye Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdehîyê ya Taksîmê û xwestiye doktorê ku êrişî wî kiriye bibine.
Doktor tiştê ku ji wî re gotibû, înkar kiriye. Li ser vê, gengeşî çêbûye. Polîs hatine cîhê gengeşiyê û yek ji polîsan gefa desteserkirinê li M.P. xwariye û yên din jî îda kiriye û gotiye çi belgeyek di destê wî de nîne da ku rewşê biselmîne. (EMK/AY/FD)