İnfografik û fotograf: Yagmur Karagoz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulana 2020an de herî kêm 19 jin û pênc mêrên di dema kuştinê de li bal jinan bûne kuştine. Mêran di heman mehê de zarokek jî kuştine.
Medyayê mirina herî hindik 23 jinan (Agirî 3, Enqere 1, Antalya 1, Êlih 1, Denizli 2, Amed 1, Hatay 1, Isparta 1, Stenbol 2, Mêrsin 1, Mugla 1, Ordu 1, Sakarya 2, Tokat 1, Trabzon 1, Riha 2, Wan 1) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Medyayê ji bo mirina jineke li Şirnexê miriye nivîsiye ku “failên wê diyar” e. Mêran rojnameger, siyasetmedar û lîstikvan jî din av de tundkarî li şeş jinan (Sakarya 2, Stenbol 4, Edene 1, Enqere 1) kirine û gefa kuştinê li wan xwarine.
Di meha Gulanê de li Edene, Antalya û Meletiyê sê jinan mafê parastina xwe ya rewa bi kar anîne. Li Denizliyê çapemeniyê ji bo jinekê û du zarokên wê nivîsiye ku “wenda ne.”
2019-2020
Di pênc mehên pêşiyê yên 2019an de, mêran herî hindik 126 jin kuştine, taciz li 70 jinan kiriye, 85 zarok istismar kirine, tecawiz li 17 jinan kiriye. Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin di van pênc mehan de mêran 148 jin birindar kirine û bi darê zorê karê seksê herî hindik li 186 jinan kiriye,
Di pênc mehên pêşiyê yên 2020an de, mêran herî hindik 102 jin kuştine, taciz li 48 jinan kirine, 88 zarok istismar kirine, tecawiz li 24 jinan kiriye. Li gorî zanyariyên ku di çapemeniyê de belav bûne, di her pên mehên pêşiyê yên heman salê de mêran tundkarî li 230 jinan kiriye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 351 jinan kiriye.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulanê de herî kêm 19 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 27 jin kuştibûn.
Jinek beriya ku bê kuştin ji bo parastina xwe serî li dezgehên fermî daye. Mêrek piştî guhertina qanûna înfazê ji girtîgehê derketiye û jinek kuştiye. Mêrekî piştî jin kuştiye, pereyên wê diziye.
Jinên di meha Gulanê de hatine kuştin
Bahriye D.,Fatma G., Fatma K., G.T., Gül K., Gülnur K., Hülya Ö., Münevver A.,, Nurcan P., Rukiye Ç., Seher A., Selda B., Selda G., Selma T., Sema A., Sevilay A., Şeriye D., Zekiye O. Zeynep Ş.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Aksaray (1), Enqere (1), Antalya (1), Êlih (1), Çanakkale (1), Amed (1), Edirne (1), Erzirom (1), Isparta (1), Stenbol (2), Qers (1), Manisa (1), Mêrsin (1), Mugla (1), Rize (3), Sêwaz (1).
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 12 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran sê jin ji ber “şerê li ser erdî”, çar jin jî ji ber ku nexwestine lihev werin/xwestine veqetin kuştine.
Mêr/destgirtî neh jin kuştine. Xizmê pênc jinan, kur û cîranên du jinan, cîranê jinekê, hevalê jinekê ew kuştine. Medyayê nenivîsandiye bê ka mêran û jineke ku kuştine hev nas dikirin an na.
Mêran 11 jin bi çekên gulexwar, şeş jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran jinek bi fetisandine û kiştine. Mêran bi kevirekî serê jinekê pelçiqandine û ew kuştine. Derb li jinekê xistine û ew kuştine. Çapemeniyê şêweyê kuştina jinekê nenivîsandiye.
Mêran heşt jin li nava malan, Neh jin jî derveyî malan kuştine. Cihên ku mêran pênc jin lê kuştine di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 20 failên kuştina jinan hebûn. Tenê pênc ji wan hatine girtin. Heft fail hatine desteserkirin. Çar failan xwe kuştiye. Çapemeniyê ji bo du failan nivîsandiye ku “baz dane. Ji bo du failan hatiye gotin ku “xwe radest kirine.” Pêvajoya hiqûqî ya failekî nehatiye nivîsandin.
Kuştinên ku di mehên borî de pêk hatine lê di meha Adarê de derketine holê
Li Stenbolê M. K.,(35) welatiyê Îranê dêya xwe Fatemeh A. (64) û bavê xwe Siavash Galeh B (71) kuştiye û laşê wan 3 mehan di sarincê de veşartiye.
Di 13ê Gulanê de çûye Konsolxaneya Îranê û li xwe mikur hatiye. Polîs çûne mala M. K. yî û di laşûn ku hatine hûrkirî di sarincê de dîtine.
Kuştina zarokan
Mêran di Gulana 2020an de zarokek kuştine. Bûyer li Manîsayê pêk hatiye. Failî gotiye ku “min ew şibandiye destgirtiya xwe ya berê”
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Ceren K.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Manîsa (1)
Pêvajoya hiqûqî
Fail hatiye desteserkirin û girtin.
Tecawiz
Di meha Gulanê de mêran tecawiz herî hindik jinekê kiriye. Par heman mehê mêran tecawiz li sê jinan kiribû.
Fail mêrê kevn ê jinê bûye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrî li ku tecawiz li jinê kiriye.
Bajarê ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Kocaeli (1)
Pêvajoya hiqûqî
Fail berê jî gelek caran ji ber heman sûcî hatiye desteserkirin. Ji ber heman tiştî cara dawiyê dîsa hatiye desteserkirin lê piştî bi sê rojan tehliye kirin. Ji ber heman sedemê 48 doz li failî hatine vekirin.
Taciz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulanê de herî kêm taciz li heşt jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 28 bû. Derketiye holê ku failek meha borî li bajarên cida cida tacîz herî hindik li 42 jinan kiriye.
Jinan şeş mêrên tacîz li wan kirîye nas nedikirin.Hevkarê jinekê tacîz lê kiriye. Akademîsyenekî tacîz li jinekê kiriye.
Mêran pênc jin bi devkî/fizîkî taciz kirine. Bi rêya medyaya civakî jî herî hindik sê jin tacîz kirine. Li kolan, di trafîkê û cihên din ên civakî tacîz li pênc jinan kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Enqere (1), Bursa (1), Dêrsim (1), Stenbol (2), Îzmîr (1). Çapemeniyê bajarên ku mêran tacîz li du jinan kirine, nenivîsandiye.
Pêvajoya hiqûqî
Heft fail hebûn ku jin taciz kirine. Yek ji wan jî nehatine girtin. Çapemeniyê ji bo sê failan gotiye ku “ti karûberekî yasayî, hiqûqî nehatiye kirin.” Lêpirsînname ji bo failekî hatiye amadekirin. Doz li failekî hatiye vekirin. Jinekê giliyê failekî kiriye.
Istismara zarokan
Mêran di meha Gulanê de herî hindik istismar li heşt zarokan kirine. Par di heman mahê de ev hejmar 39 bû.
Bavê zarokekê/î ew istismar kiriye. Zirbavekî îstismar li zarokekî/ê kiriye. Du xebatkarên miftîtiyê îstismar li zarokan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 7 kesên istismar kirine û zarokên hatine istismarkirin hev nas dikirin an na.
Mêran li nava malê sê zarok istismar kirine, sê jî li kolan, înşaet û cihên din istismar kirine. Medyayê cihê ku mêran istismar li du zarokan kirine nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
Aydın (1), Bartın (2), Çorum (1), Stenbol (2), Îzmîr (1), Sinop (1).
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 11 fail hebûn. Tenê pênc ji wan hatine girtin. Du karmendên ku di miftîtiyê de kar dikirin ji kar hatine avêtin û lêpirsînname ji bo wan hatiye amadekirin. Herî hindik sê fail hatine desteserkirin. Çapemeniyê ji bo failekî gotiye “baz daye.”
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Gulanê de, mêran herî kêm tûndkarî li 46 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 53 bû.
Çapemeniyê ji bo rewşa herî hindik şeş jinan gotiye “bi giranî birîndar bûne”. Mêran bi rêk û pêk tundkarî li ser sê jinan kirine.
Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye rûs, yek jî azerî bûye. Digel biryara “parastinê” û “dûrxistinê” mêran tundkarî herî hindik li çar jinan kirine.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (4), Afyon (1), Antalya (2), Aydın (4), Balıkesir (1), Burdur (1), Bursa (2), Çorum (1), Amed (1), Edirne (2), Isparta (1), Stenbol (8), Karaman (1), Kırıkkale (1), Konya (1), Kütahya (2), Mereş (1), Mêrsin (3), Niğde (1), Rize (1), Sakarya (3), Riha (2), Zonguldak (1). Çapemeniyê bajarê ku tundkarî li jinekê hatiye kirin nenivîsandiye.
Jinan neh mêrên ku tundkarî li wan kiriye nas nedikir, mêr/destgirtî, mê/destgirtiyê kevn ên 32 jinan; kurê sê jinan tundkarî li wan kiriye. Keyayê taxekê û notirvanekî tundkarî li du jinan kirine.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 33 jinan kiriye nenivîsandiye.
Şeş jin ji ber xwestine veqetin/li hev neyên rastî tundkariya mêran hatine.
Mêran derb li 32 jinan xistiye û ew birîndar kirine. Şeş jin bi kêran, şeş jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran piştî derbkirinê hewl dane bi darê zorê sê jinan li bal xwe bihêlin.
Pêvajoya hiqûqî
Tenê sê fail hatine girtin. Biryara dûrxistinê ji bo failekî hatiye dayîn. Herî hindik 15 fail tenê hatine desteserkirin. Cezayê malê dane failekî.
Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya failekî gotiye, “baz daye”, ji bo yekî gotiye “ti karekî yasayî yan jî hiqûqî nehatiye kirin”. Ji bo yekî din jî gotiye “piştî desteserkirinê serbest bûye.” Çapemeniyê dîsa ji bo herî hindik 11 failan gotiye “jinan giliyê wan kiriye/lêpirsînname hatiye amadekirin.” Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya 12 failan nenivîsandiye.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Gulanê de ya kêm li du jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 64 bûye. Temenê jinekê ji 54an berjortir bûye. Failek mêrê jinekê bûye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 3 fail hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Failek ji wan mêrê jinekê bûye. Pêvajoya hiqûqî ji bo du failan hatiye destpêkirin (EMK/FD)