Fotograf: Francesca Woodman
Em ê di vê nivîsa xwe de serboriya têgiha keçaniyê û bandora wê yî li ser jinan binirxînin. Ji bo ku mirov ji zayendiyê dûr bisekinin û bakîre bimînin zayendî; bêta’m, pespaye û bi awayê şermeke bêdawî hatiye pênasekirin û encamên wê gelek caran tevlihev in (Blank, 2017, s. 64). Wekî din jî têkiliya zayendî û bekaretê jî weke tiştên razber û bi giranî tiştên civakî hatine dîtin. Freudê teorîsyen di derûnnasiyê de behsa du nihiçkên sereke dike. Yek jê zayendî ya din êrîşkarî ye. Li gel ku hemû teoriya xwe li ser zayendiyê û girîngiya zayendiyê ava kiriye jî nêrîna wî ya derheqê zayendiya jinan nêrza ye. Li gorî wî hicreya zayendî ya mêran çalak û livok e, dikeve pey hicreyên mê; malzarok pasîf e û ne livok e. Di vê nêrîna Freud de em dikarin bibêjin sekneke nêrza heye (Freud, 2001, s. 148).
Ji çêbûna mirov û vir ve zayendî di nav mirovan de tiştekî pir girîng bûye. Di raboriyê de, di nav civakên seretayî û bêçîn de zayendî bi rehetî hatiye jiyîn û ne sazûmanî ye. Piştre dema çandinî dest pê dike di nav mirovan da jî êdî guhertin çêdibin. Mêr diçin çandiniyê û jin li malê dimînin; weke ku wezîfeya jinan tenê kar û barên malê û xwedîkirina zarokan be û wezîfeya mêran jî karê derve be. Vê pêvajoyê ji hêla olê ve jî piştgirî dîtiye. Di van pêvajoyan de zayendî jî ketiye bin kontrola pergala dewletan û heta îro ev pêvajo kêm zêdê berdewam e.
Şehlem - Rev
Roja îroyîn (serdema modern) zayendî bi piranî bi zêwacê rewa tê dîtin, yanî weke ku ji bo têkiliya zayendî divê mirov zewicî be. “Weha tê dîtin ku peymana zewacê destûrê dide mirovan ji bo ku bikaribin bi rehetî têkiliya zayendî pêk bînin” (Reich, Cinsel Devrim, s. 140) Weke tê zanîn Freudê teorîsyenê derûnnasiyê behsa têgiha libîdoyê dike.
Mirov dikare bibêje ku lîbîdo hêza zayendiyê ye. Freud dibêje lîbîdoyek heye û bi jin û mêran re weke hev e. (Freud, 2001, s. 166) Lê em dibînin di civakan de zayendî tenê weke mafê mêran tê dîtin. Ev jî ji pergala pederşahiyê tê. Di vê pergalê de hemû maf weke yên mêran tên xuyakirin. Zayendî jî ji van mafan yek e. Vê nêrînê wisa dewam kiriye ku zayendî hatiye veşartin û bûye ku divê bi awayekî dizî pêk bê. Van tîştên veşartî kiriye ku zayendî bibe tabû; axaftina li ser zayendiyê bibe tîştekî şerm û di nav malan de yan jî di nav sînoran de bimîne. Ev sînor jî ji aliyê pergala pederşahî ve hatiye avakirin. Zayendî di vê pêvajoyê de ji ber ku bûye tiştekî bidizî ji bo jinê gelek zehmetî derxistine holê. Zehmetî ew e ku jin weke namûsa mêran hatine dîtin û jin divê berî zewacê bi kesekî re nekevin têkiliyeke zayendî û berî zewacê keç bin hwd.
Keçanî
Hûn bi çi dipîvin bipîvin a rast keçanî tune ye. Di mêzênê de nayê weznê, ne ew tişt e ku weke kuvarka bin erdê an weke tomareke kokaîna qaçax bi bêhna wê bê naskirin, ne alaveke ku winda bû û tu ji nû ve peyde bikî ango ne ew tişt e ku meriv ji bo nifşên nû wêneyê wê bigire. Weke edalet û merhametê meriv dikare ancax hebûna keçaniyê jî bi tesîra wê yan tesîra pê re destnîşan bike. Keçaniyê em afirandin, em bi pêş xistin.
Fotograf: Francesca Woodman
Keçanî, ramanek e ku me bi çanda xwe, dînê xwe, pergalên xwe yên qanûnî, bi berhemên xwe yên hunerî û bi xebatên xwe yên zanistî belav kiriye (Blank, 2017, s. 45). Weke şertê bingehîn ê berfireh ê jiyana mirovahiyê û zayendê, îdealên me yên derbarê keçaniyê jî weke îdealên me yên li ser zayenda civakî, çînî û nijadî tim bi şert û mercên dîrokî ve girêdayî bûne (Blank, 2017, s. 50). Bi awayê xwe yî kevneşopî û qaîdeyî keçanî bi tenê heteroseksuel e. (Blank, 2017, s. 55) Ji ber hindê penasekirinên keçaniyê weke di gelek zimanan de, di kurdî de jî li gorî pergala pederşahiyê ye.
Di kurdî de bo pênasekirina keçaniyê gelek peyv hene û ev peyv wekî me gotî li gorî vê pergalê ye. Meseleya cudahiya di navbera peyva ‘keç’ û ‘jin’ê de bi bekaretê ve girêdayî ye. Mînakên vê di ziman de hene, hin ji wan wiha ne: “bêbin”, “bibin”, “binpijandin”, “binrijandin”, “kun kirdin”, “bindirîn”, binpijan, binspî û hwd (Mojab, 2005, s. 323). Di çanda pergala feodal de xwîn nîşaneya “xerakirina keçaniyê” ye. Wek mînak li herêma me jî ev pratîk di nav têkiliyên feodal de tê dîtin. Şeva dawetê li ser nivînên bûk û zava caweke spî tê raxistin û piştî têkiliya zayendî ya nav wan xwîna ku rijiyaye ser wî cawê sipî bi mêvanan tê nîşandan û ev tişt wek “rûspîtiyê” tê binavkirin (Mojab, 2005, s. 333). Keçanî ji bo pergala pederşahiyê jî, ji bo milkiyetê jî xwedî roleke sereke ye. Çimkî dike ku bavîtî bê zanîn (Blank, 2017, s. 76).
Hîmen (hymen)
Di eslê xwe de hîmen ew e ku dema vajinaya jinê çêbûye wekî parçeyekî goştê zêde yî bêkêr pê ve maye.( (Blank, 2017, s. 72) Li şemûga navbera urogenîtala derve û vajînaya hundir valahiyeke nû çêdibe. Dema ku ev valahî çêdibe ji dîwarê bedenî yê wê valahiyê pozikeke nerm î biçûk dimîne. Ha, ev perçeyê bermayî hîmen bixwe ye (Blank, 2017, s. 84). Hîmen ji hêla tibê ve ne balkêş e. Çimkî bi awayê fizîkî pirr biçûk e û ti fonksiyoneke wê nîne (Blank, 2017, s. 85). Ji mirovahiyê re sedemek lazim bû ji bo tespîtkirina keçaniyê. Ji bo ku mirovahî keçaniyê îspat û şênber bike delîleke fizîkî lazim bû, ev jî parçeyekî biçûk ê goşt bû (hîmen)! Ji bo ku mirovahî balê bikişîne ser keçaniyê ‘hîmen’ kifş kir (Blank, 2017, s. 73).
Paşperdeya dîrokî ya keçaniyê
Bi hezar salan e keçanî weke tabûyekê di nav civakê de cîh girtiye û bandora xwe li ser civakê berdewam kiriye. Loma jî keçanî ji ku hatiye heta vê merhaleyê ji bo me tiştekî girîng e. Bê ka keçanî çawa derketiye holê û ji ku hatiye? Zanîna dîroka keçaniyê, têgihiştina rola jinan a di pergala pederşahiyê de ye. Di vê dîrokê de tiştê ku ewilî bala me dikişîne jiyana zayendî ya azad a di nav civakên maderşahî de ye. Di vê jiyanê de jin û mêr bi dilxwazî tên ba hev û bi hev şa dibin. Xebata ku Malinowskiyê antropolog li Grava Trobriandê kiriye bo me nimûneyeke baş e. Malinowskî di vê xebata xwe de gelek agahiyan dide me. Li Grava Trobriand ji bo ku ciwan bi rehetî zayendiya xwe bijîn saziyên taybet hene. Ev sazî malên taybet in. Wekî din jî ji bo ku ciwan hev nas bikin û hevdû serbest hilbijêrin gerên erotîk tên lidarxistin (Caner, 2017, s. 30-38). Ev gera Grava Trobriandê a Malinowski, tiştekî girîng nişanî me dide. Malinowski di vê xebata xwe de qala sazûmanbûna keçaniyê di civakeke maderşahî de dike. Li vê gravê dema çandinî bi pêş dikeve rewşa aborî jî diguhere.
Malbat ji bo ku rewşa xwe yî aborî biparêzin, zewaca xwarziyan derdixin holê (bi taybetî jî ji bo keçan). Bi vî şiklî aboriya malbatan hatiye parastin. Ew rewş hêdî bi hêdî bûye sebeb ku keç berî zewacê têkevin perhîza zayendiyê (Reich, 1995, s. 88). Tê dîtin ku di dîrokê de piştî çandiniyê rewşa aborî diguhere û ji bo ku civak vê rewşê di bin kontrola xwe de bihêlin keçanî derketiye. Di tabletên Someriyan (dewletên rahîban) yên nivîskî de behsa ‘seremoniya zewaca pîroz’ girîng e (Kramer, 2017, s. 364). Di vê serdemê de dolgirtina Înannaya Xwedawend û hevrabûna wê ya zayendî hatiye pîrozkirin û ev, ji bo wê salê bûye nîşana hebûn û bereketê. Înanna di dahatûyê de bûye Îştar, li Anatolyayê bûye Kîbele, li Yewnanê bûye Afrodît/Demeter, li Romayê bûye Venûs. Dawiyê hemû xwedawendan weke sembola hebûn û bereketê hatine dîtin. (Caner, 2017, s. 71)
Nêrîna dînên yekxwedayî
Lewra mêr ne ji jinê belê jin ji mêr afırî.[*]
Di dîrokê de piştî çanda “xwedawenda dayîk” dînên yekxwedayî derketin holê. Li cem îbraniyan zayendî weke guneh dihat dîtin. Yek ji “Deh Emirên Pîroz” ew e ku zîna neyê kirin. Di Tevratê de qedexekirina zayendî gelekî hişk bû. Keçanî heta zewacê divê bihata parastin. Xirîstiyanî li gor dînên din herçiqasî nûjen be jî keçanî di vî dînî de jî tiştekî girîng û pîroz bû. Tiştê herî balkêş ew e ku Îsa ji Meryama bakîre çêbûye. Di vî dînî de jin wisa hatine afirandin ku heke keçaniya xwe biparêzin dê bibin destgirtiya Îsa. (Berktay, 2016, s. 99) Ev dîn zayendiyê, bi zayokiya jinê ve girêdide û rizgariya jinê jî bi zaranînê ve girêdide. (Berktay, 2016, s. 102) Di îslamiyetê de jî weke ji vê ayetê “Jin erdê we ne, erdê xwe weke hûn dixwazin biçînin.” (Kur’an 2:223) (Berktay, 2016, s. 57) xuya dike pozîsyona jinê pasîf e. Îslamiyet mafên zayendiya jinê, mafên li ser laşê wê û mafên li ser zarokan ji jinê digire û dide mêrê wê.( (Berktay, 2016, s. 120) Zayendî di vî dînî de wek zînayê tê pênasekirin û ji bo hevrabûnê, Îslamiyet zewacê wek şert datîne. Jin ji bo bihuşta mêran wek objeya zayendî tên dîtin û ev, kesayetiya jinan tesfiye dike.
Piştî dînên yekxwedayî di civakên pederşahî de keçanî
Di hemû dînên yekxwedayî de zayendî tê ser malbatê. Bi demê re ji hêla civakan ve keçanî bi hinek rê û rêbazan hatiye kontrolkirin. Ji civakên çandîniyê heta someriyan û heta dînên yekxwedayî hemû baweriyan esasên xwe li ser pîroziya zayokiya jinan danîne (Caner, 2017, s. 67). Di jiyana feodal de keçanî cihekî girîng digire. Dema ku fikra pederşahî û jiyana feodal bûn yek keçanî bû sembola namûsê. Bi wî awayî keçanî ji bo jinan bû sembola ku berî zewacê bi tu kesî re nekeve tekîliya zayendî û ji bo mêrên xwe, xwe biparêze. Di Serdema Navîn de li ser jiyana jinan a zayendî gelek zordestî hebûn; weke nimûne qayîşa bekaretê û mafê şeva ewil û hwd.
Nirxandin
Weke li jor me di nivîsa xwe de behs kir ji dema ku mirov afirîne û vir ve zayendî di nav mirovan de heye. Di demên ewil de zayendî ne di bin kontrola pergalan de bû. Piştî çandiniyê civak bi çînan dabeşiyan û mêr bûn serdestên civakê. Pê re jî wekî gelek têgihan zayendî jî ket bin kontrola civakên xwedî dewlet. Weke tê zanîn zayendî ji bo jinan û ji bo mêran xwedî heman girîngiyê ye. Lê em li dîrokê dinêrin ev mafê jinan ji destê wan hatiye standin, jin wek obje hatine dîtin ji aliyê sîsteman ve. Vê dîtinê kiriye ku di meseleya têkiliya zayendî de ji mêran kêm nemîne. Vê yekê jî gelek zehmetî ji bo jinan bi xwe re aniye. Gelek sedemên nexweşiyên zayendî yên girêdayî derûniyê yên wekî vajînîsmûs, nexweşiya pêknehatina orgazmê, kêmbûna xwesteka zayendiyê, êşa rehmê û pelvîsê ji ber zordestiya civakê ye. Jin ji ber ku zayendiyê bi rehetî najîn dikevin stresê û ev stres dibe sedemên gelek nexweşiyan. Zanist jî gelek caran li ser van sedemên civakî nesekiniye û ev nexweşiyên ku bi jinan re peyda dibin bi tenê ji aliyê tibî ve hatine nirxandin. Lê divê ev bê rexnekirin û em li dij vê derkevin. Çawa mêr bi rehetî zayendiyê dijîn jin jî bi rehetî bikaribin bi rehetî zayendiyê bijîn.
* Çavkaniya vê hevokê: Kitêba Fatmagül Berktay ya bi navê 'Tek Tanrılı Dinler Karşısında Kadın' (Jinên Ku Li Dijî Olên Yekxwedayî)
** Ev nivîs di kovara Psychology Kurdî di hejmara 10an de hetiya veşandin.
___________________
Çavkanî
Berktay, F. (2016). Tek Tanrılı Dinler Karşısında Kadın. İstanbul: Metis.
Blank, H. (2017). Bekaretin El Değmemiş Tarihi. İstanbul: İletişim.
Caner, E. (2017). Toprak ve Kadın. İstanbul: Su.
Freud, S. (2001). Psikanaliz Üzerine. (A. Güneş, Çev.) İstanbul: Say.
Kramer, S. N. (2017). Tarih Sümerde Başlar. İstanbul: Kabalcı.
Mojab, S. (2005). Devletsiz Ulusun Kadınları. İstanbul: Avesta.
Reich, W. (1995). Cinsel Ahlakın Boy Göstermesi. (B. Onaran, Çev.) İstanbul: Payel.
Reich, W. Cinsel Devrim. (B. Onaran, Çev.) İstanbul: Payel.
(GBA/FD)