Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ez yek ji wan zarokên bisiûd im. Min ew lîstika ku di zarokatiya xwe de dilîst, dema hinekî mezin bûm weke kar ji xwe re hilbijart. Navê min Can e. Zêdetirî 7 salan e ku ez di radyoyan de kar dikim.
Di salên dibistana seretayî de em û dotmama min Emel cîran bûn. Dotmama min bi yek du salan ji min mezintir bû. Teybeke me li malê hebû. Min û Emelê me dengê xwe li ser kasetan tomar dikir. Serpêhatiya min wiha dest pê kir. Destpêkê me silav dida, paşê me hin nûçe dixwendin û me dengê xwe diguherand û weke mêvan em beşdarî bernameyê dibûn. Me ji teybeke din stran didan guhdarkirin û bêyî ku em li dengê xwe yê tomarkirî guhdar bikin, me dengên din li ser heman kasetê tomar dikir.
Nizanim min di wan rojan de gotibû, “Ez ê vê lîstikê ji xwe re bikim kar û pîşe”, nayê bîra min. Ji xwe piştî demekê mala Emelê bar kir û ez neçar mam ku navberê bidim karîyera xwe ya radyovaniyê. Di dema dibistana navîn de bi saya lîstika computerê ya bi navê Red Alert 2, min hay ji “das û çakûcê” çêbû. Di dema lîseyê de beşdarî çend çalakiyên biçûk bûm ku di dema dawî de min xwe ji copên polîsan rizgar kiribû di van çalakiyan de. Min di zanîngehê de sosyolojî xwend û di encamê de bala min çû dereke din. Piştî ku min zanîngeh qedand, pêşiyê ez bûm pirtûkfiroş paşê jî min xwe di karê rêxistinên civaka sivîl de dît.
Piştî hin rêzetesedif û parêzvaniyan vê carê min xwe li pêşberî mîkrofoneke rastîn dît ku 18 sal in ez her roj vî karî dikim.
Ew lîstika ku min di dema zaroktiya xwe de bi Emelê re dest pê kiribû, niha bi alîkariya 3 mêran, ez bi awayekî “profesyonel” berdewam dikim. Yek ji van mêran li ser maseya teknîkê ye, yê din ji mala xwe piştgiriya edîtoryal dike yê din jî di dema weşanê de li nik min e.
Di serî de li ser guhêraniya îqlimê ya kurewî, li ser mijarên weke jîngeh, mafên mirovan, tevgerên civakî, polîtîkaya hundir û ya derve, aborî û sporê, di nava hefteyê de her sibe nûçeyan radigihînim, van bi hev girêdidim û rave dikim. Helbet têkiliya di navbera wan û bûyerên berê de jî vedibêjim.
Lê ez dizanim ku hin tiştên kêm hene. Ji sedî 50,2yê hejmara welat mêr in û ji sedî 49,8ê wê jî jin in. Ji sedî 49,6ê cîhanê jî jin e. Lê em 4 mêr teswîra cîhaneke bi vî awayî dikin ku kêmasiyek di vir de heye. Ev kêmasî jî bivê nevê rîska mansplainingê bi xwe derdixe ku newekheviya herî zêde em di nava rojê bi kar tînin.
Açûkleme* (mansplaining ango mêrsplaining**) çiye?
Mansplaining ew rewşa mêraniyê ye ku salên dûdirêj e heye lê teşxîsa wê nû hatiye kirin.
Di malpera wikipedia.orgê de ji bo “açükleme” ango “açüklama”yê wiha hatiye gotin ku di dema min ev nivîs dinivîsand, 584 roj li ser qedexeya malperê derbas bibû lê min beriya wê li gel xwe qeyd kiribû:
Mansplaining, di ingilîzi de ji gotina man (mêr) û splaining (ravekirin, îzahkirin) pêk hatiye. Tê wateya ku “mêrek jinekê kêm bibîne û xwe li ser serê wê mezin bike û behsa tiştan bike”. Lily Rothman a ji Kovara The Atlanticê mansplainingê wiha rave dike: “Zanyariya kesê ku behsa mijarekê dike, ji zanyariyên guhdarî/ê kêmtir e lê bêyî guhê xwe bide vê rastiyê di axavtina xwe de berdewam dike û bi giştî mêr li janan dikin vî tiştî”. Rebecca Solnit nivîskara feminîst vê meseleyê bi gotina, “hevbirîna bixwebaweriya zêde û nezaniyê ye” rave kiriye.
Di tirkî de weke gotina açüklama û erkekleme hatiye wergerandin.
Liv û tevgera wan mêran e ku pisporiya wan be yan ne be, şîroveya her mijarê ji jinên li nik xwe dikin. Li her qada jiyanê ihtimal e ku ev rewş derkeve pêşberî me. Li malê, li kolanê, li ser kar, di civînan, televizyon û radyoyan de… Li gelek qadan em mêr mêrsplainingê dikin. Hin caran bi baweriya ku em ê karibin hêza di dest xwe de (meqam, mewkî, pere, temen û hwd.) bi kar bînin û hin caran jî weke ku em ji malbatê fêr bûne, lê her gav ji ber ku em mêr in mêrsplainingê dikin…
Dem ji bo mêrsplainingê guncav e. Em dîsa bibîr bixin:
Li Tirkiyeyê sala 2017ê hejmara jinan bûye 40 milyon û 275 hezar û 39, ya mêran jî 40 milyon û 535 hezar û 135.
Yanî ji sedî 49,8 jin in, ji sedî 50,2 jî mêr.
Hejmara Tirkiyeyê 80 milyon e û 250 hezar mêr ji jinan zêdetir in.
Rêjeya vê ya di hejmara giştî de ji sedî 0,4 e. Digel vê rewşê jî di jiyana karî de ferqeke gelekî mezin heye:
“Li gorî zanyariyên ku Rêxistina Karî ya Navnetewî (ILO) belav kiriye, sala 2017ê rêjeya beşdariya karî li Tirkiyeyê ji sedî 51,5 e û bi vê hejmarê li cîhanê di nava 188 welatan bûye welatê 163em.
Rêjeya beşdariya karî ya jinan li Tirkiyeyê ji sedî 32 ye û bi vê rêjeyê di rêza 165an de ye. Li welatên OECDyê rêjeya beşdariya karî ya jinan ji sedî 51 e. Di rêjeya beşdariya karî ya mêran de Tirkiye di ser asta nîvekiya OECDyê de ye ku li welatên OECDyê ji sedî 68,5 e. Tirkiye bi vê rêjeyê di nava 188 welatan di rêza 104ê de ye. (Bankeya Cîhanê, 2017)”.
Medyaya ku mêrsplainingê dike
Di wê bernameya radyoyê ya em çar mêr bi hevkariyê amade dikin de digel ku em nûçeyên xwe dispêrin raporên zanistî, gotar û nûçeyên li nava welêt û ji derveyî welêt tên belavkirin jî, girseya ku em dengê xwe digihînin wan ne kluba mêran e. Di bernameya de du mêr diaxivin û di vê bernameyê de em behsa çîroka jin, mêr, LGBTI+yan dikin.
Li saziyên medyayê yên din jî rewş ne gelekî cihê ye. Sala 2014ê ji bianetê Çîçek Tahaoglûyê di nûçeyeke xwe rewşê wiha aşkere dike:
Di kunyeyên rojnameyan de ji sedî 19 jin hene, ji sedî 81 mêr in.
Di kunyeyên malperên rojnameyan de ji sedî 36,5 jin, ji sedî 63,5 jî mêr in.
Di kunyeyên malperên nûçeyan de ji sedî 40,9 jin, ji sedî 59,1 jî mêr in.
Dema em li van hejmara dinêrin em dibînin ku digel rêjeya me ji sedî 51, ya jinan jî ji sedî 49 be û bi ferqeke mezin em ji wan zêdetir bin, em mêr dikarin karî bibînin, biaxivin û binivîsin. Em xwediyê van avantajan e û ji ber wê jî em pişta xwe disipêrin hejmara me ya zêde ya di nava civakê de û zêde zêde mansplainingê dikin.
Ez mêrsplainingê mêrsplaining dikim
Dibe ku dema ez van tiştan dibêjim jî ez mêrsplainingê dikim. Lê niha ez xwe naspêrim wan mafan ku bêyî wekheviyê bi dest hatine xistin. Ez pişta xwe didim vê qada sterîl ku bianet ji bo mêr ji mêran re behsa tundiya mêran bike ava kiriye.
Û rewşeke wiha heye ku dizane mêrsplainingê dike û mêrsplainingê dike. Ew jî dihêle ev mijar bê nîqaşkirin û ew gotina xweşik ya bi navê xwerexnekirin, dixe kêlekeke hişî. Di dema nivîsîn, axavtin, temaşekirin û xwendinê de pirsên weke “Gelo niha ez mersplainingê dikim?”, “Heke na min gavek berê mêrsplaining kir?”, “Çima di vê civînê de hemû axavtvan mêr in?” di hişê mirovî de bi cî dike.
Çi têkilî di navbera mersplainingê û tundkariya mêran de heye? Ez hê jî li ser vê difikirim. Lê em bi gotina “rastiya vî karî ev e” mêrsplainingê dikin û jinan derdixin ji derveyî qada civakî û tundiya laşî jî di nav de deriyê mekanîzmaya gelek tundkariyan û fişaran vedikin. Em hin caran rê û rêbazên entelektuelî jî bi kar tînin…
Ji ber ku têgeh nû ketiye nava lîteraturê, dibe serî hinekî tev li hev bibin û hin pêwîstî bi mînakên berbiçav hebin. Bi destûra we ez dixwazin behsa nivîsa beriya vê nivîsa xwe bikim ku bi navê “Ehmeqiya Çêkirî” hatibû weşandin. Ez ê behsa wî tiştî bikim ku bê çawa mirov mêrsplainingê mersplaining dike.
Mêrsplaining?
“Dibêjin wê zekaya çêkirî serwerî her tiştî bibe. Zekaya çêkirî wê bikaribe her tiştî bike lê wê nikaribe tundiyê li jinan bike”.
Di serî de em xebera ne xweş bibêjin: Zekaya çêkirî bi qasî ku tê gotin ne bêguneh e ku Saçintiyî di nivîsa xwe de îdia dike ku wê di dahatûyê de serwerî het diştî bibe.
Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) a derbasbûyî Amazon, zirşîrketa mezin a elekrtonîk a DYAyî programa xwe ya zekaya çêkirî betal kiriye. Amazonê ji bo wî karî program dabû dest pê kirin ku kesên dixwestin li şîrketê kar bikin wê ji hêla zekaya çêkirî ve bihatana hilbijartin. Sedema betalkirinê jî ew bû ku zekaya çêkirî cidaxwazî li jinan kiriye.
Derketiye holê ku sîstem jinên namzet ji nedîtî ve hatiye ku lêkolîn li ser kurtejiyana xebatkarên şîrketê û kesên ji bo karî serî lê dane kiriye. Sîstemê di vê lêkolînê de li 50 hezar miftepeyvan nêriye û 500 modelên cuda yên qebûlkirina karî pêşniyar kiriye.
Digel temîrkirinê jî sîstem hatiye betalkirin.
Ji rojnameya Haberturkê ayşe Ozbek Karasûyê bi bîr xistiye, li gorî wê, zayendperestiya zekaya çêkirî ne bi zirşîrketa cîhanê ya kirîn û firotinê re sînordar e.
Alex Shams li Zanîngeha Chicagoyê doktoraya antropolojiyê dike. Bi eslê xwe ji Îraniyê ye lê Amerîkanî ye. Shamsî ferq kiriye ku dema “Google Translate” a serwerî 103 zimanan e, dema ji tirkî wergerê ji bo ingilîzî dike, pîşeyên di çavên civakê de xwedî cihekî erênî ne weke pîşeyên mêran nîşan dide. Dema cînavka “O”yê (Ew) ya tirkî bi rengdêr an jî bi pîşeyekî re tê bikaranîn, tê dîtin ku gelekî encamên cidaxwaz derdikevin holê. Gotina “O Çalışkan” (Ew zîrek e) weke “He is hardworking” yanî bi cînavka ji bo mêran, gotina “O tembel” (Ew tiral e) jî weke “She is lazy” yanî bi cînavka jinan werdigerîne. Jin xweşik, mêr nexweşik, jin newêrek, mêr wêrek jin nebextewer, mêr bexweter û bi vî awayî wergerê dike.
Heta motora lêgerînê ya Linkedlnê jî navên jinan dernaxe lê yên mêran derdixe.
Rewşeke weke vê di nûçeya Artıgerçekê de hatiye ragihandin; di lêkolîneke ku Zanîngeha Princetonê kiriye de, ew erk dane zekayên çêkirê ku bi algorîtmaya GloVeyê peyvan li hev bînin. Zekayên çêkirî di halê xwe de hiştine û ew jî ji bo zimanê mirovan fam bikim, metnên online bi kar anî ne.
Ji bo sazkirina GloVeyê databasa Common Crawlê hatiye bi kar anîn ku xwediyê lîsteya 840 milyar gotinên tevlihev bûye. Di vê databasê de hatiye dîtin ku gotinên “jin” û “mê^” li gel gotinên bi karên malê re têkildar, yên “mêr” û “nêr” jî bi gotinên zekaya matematîkî û endezyarî re têkildar hatine bikaranîn.
Gelo zekaya çêkirî çima vî tiştî dike?
Dîsa li gorî nûçeya malpera Artı Gerçekê ku ji The Guardianê ragihandiye, Joanna Bryson pispora computeran a ji Zanîngeha Bathê bersiva vê pirsê wiha dide:
“Gelek kes dibêjin, ev dide xuyakirin ku zekaya çêkirî pêşdaraz e. Na. Ev dide xuyakirin ku em pêşdaraz in û zekaya çêkirî ji me fêr dibe”.
Di mînaka jor de navê du şîrketan heye ku yek ji wan Google-e. Li gorî hejmarên 2018ê di Google-ê de ji sedî 69,1ê xebatkaran mêr in.
Li Google-a ku gelek xort û qîz dixwazin lê kar bikin, ji ber tacîzên cinsî û polîtîkayên newekheviyê yên li ser hempîşeyên wan ên jin, meha borî gelek xebatkaran li qada cîhanê çalakî kirine. Di dema vê çalakiyê de dest ji kar berdane.
Piştî di rojnameya New York Timesê de gotarek hatiye weşandin ev xwenîşandan çêbûne. Rojnameyê bi belgeyan aşkere kiriye ku rêveberê mêr ê payebilind ê ku ji ber tohmeta tacîza cinsî ji kar hatiye derxistin, digel ku zerûriyeteke wiha nebe jî bi milyonan tazmînat standiye.
Jef Bezos dewlementirîn mirovê li cîhanê ye û xwediyê Amazonê ye. Li Amazonê rewş wiha ye: “Ji sedî 73 xebatkarên profesyonel mêr in, ji sedî 78ê rêveberên payebilind û midur jî dîsa mêr in. 10 kes hene ku rasterast li şîrketê raporan pêşkêşî Jeff Bezosî dikin. ji bilî Beth Galetti, dîrektorê têkiliya bi xebatkaran re, yên din hemû jî çermspî û mêr in.
Li gorî rapora Amazon’s Unfair Deal of the Day ê, tenê li beşekî Amazonê hejmara jinan nêzîkî ya mêran e. Ew jî beşa kedkaran a ku karên giran dikin û beşa xizmetkaran e. Li vî beşî ji sedî 65 mêr, ji sedî 45 jin kar dikin.
Di şîrketên din ên informasyonê de rewş ji vê ne gelekî cihê ye. Li Apple-ê rêjeya jinên di asta bilind de kar dikin ji sedî 19 ye. Li CISCO û Facebookê ev rêje ji sedî 30 e.
Di şîrketên ku li Tirkiyeyê jî kar dikin, newekheviyeke mezintir heye. Li gorî lêkolîna TUİKê, li gorî daneyên sala 2016ê, li şîrketan di asta payebilind û ya navîn de, ji sedî 16,7 jin kar dikin.*** Lê tenê ji sedî 12 CEO jin in. Tenê ji sedî 19,3 jin di 10 beşên endezyariya comtuperê de dest bi perwerdeyê kirine ku ev beş programçêkerên zekaya çêkirî perwerde dike.
Bi kurtasî, patronên mêr dihêle midûrên mêr dest bi kar bikin, li jêr van midûrên mêr jî programçêkerên mêr kar dikin. Zekaya çêker ji hêla van programçêkerên mêr ve tê sêwirandin. Li gorî vê rewşê em dikarin zekaya çêker ji zayendperestiyê berî bibînin…
Baş e, lê paşê?
Gelo sibê şoreşeke sosyalîst çêbibe, yan jî em ber bi civaka koçberan ve bi paş de biçin, gelo em ê wan mafên jinan li wan vegerînin ku bi rêya semyanê me ji dest wan derxistiye û bi rêya kapîtalîzmê me ev rewş qayîmtir kiriye? Ez nizanim.
Lê rewşa heyî ne weke ku Saçintiyî dibêje. Yanî tundkariya laşî û ya hestyarî ya li ser jinan û tacîza cinsî bi bilindbûna meqamî re nayê astengkirin.
Li gorî encamên “Rapora Lêkolînê ya Di Têkiliya Nêzîk De Bandora Tundkariyê li Xebatkarên Jin ên Berstûk Spî û Kargehan”, ji sedî 75ê xebatkarên jin ên berstûk spî herî kêm carekê rastî cureyekî tundkariyê hatine ku gelek ji wan zanîngeh qedandine. Ji sedî 40ê xebatkaran rastî tundkariya psîkolojîk-hestyarî, ji sedî 35 rastî tundkariya civakî, ji sedî 17 rastî tundkariya ekonomîk û ji sedî 8 jî rastî tundkariya laşî hatine.
Baş e, lê yên herî payebilind?
Mufit Can Saçinti di nivîsa xwe ya bi navê “Ehmeqiya Çêkirî” de vê pirsê li xwendekarên xwe dike:
“Ma gelo we bihîstiye ku xebatkarekî mêr mobîng, tacîz an jî tundkarî li Guler Sabanci yan jî Leyla Alatonê kiriye?”
Bersivê jî ew bi xwe dide: “Na”.
Em gotina Rothmanê bibîr bînin: “Zanyariya kesê ku behsa mijarekê dike, ji zanyariyên guhdarî/ê kêmtir e lê bêyî guhê xwe bide vê rastiyê di axavtina xwe de berdewam dike û bi giştî mêr li janan dikin vî tiştî”.
Niha em guh bidin Leyla Alatonê:
Not: Dotmama min Emel piştî ji cîrantiya me çûn, dest bi karê wênekêşiyê kir. Niha di nav fotograferên navdar ên Tirkiyeyê de ye. Serê sibê dîsa li me guhdar dike. (CT/HK/FD)
*Malpera 5harfliler ji bo mansplaininga ingilîzî, di tirkî de peyva açüklema bi kar anî ye. malperê di peyva açıklama ya tirkî de guhertin çêkiriye û gotina çük xistiye nava peyvê. Çük di tirkî de tê wateya bilik ango kîr. Ji ber vê jî me dest ew peyva resen a tirkî neda.
**Mêrsplaining: Di ingilîzi de ji gotina man (mêr) û splaining (ravekirin, îzahkirin) pêk hatiye. Tê wateya ku "mêrek jinekê kêm bibîne û xwe li ser serê wê mezin bike û behsa tiştan bike". Lily Rothman a ji Kovara The Atlanticê mansplainingê wiha rave dike: "Zanyariya kesê ku behsa mijarekê dike, ji zanyariyên guhdarî/ê kêmtir e lê bêyî guhê xwe bide vê rastiyê di axavtina xwe de berdewam dike û bi giştî mêr li janan dikin vî tiştî". Rebecca Solnit nivîskara feminîst vê meseleyê bi gotina, "hevbirîna bixwebaweriya zêde û nezaniyê ye" rave kiriye. Me jî li şûna mansplainingê gotina mêrsplaining bi kar anî.
* Wêne: Kemal Gökhan Gürses