Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Jin bi gotina “Hincetên tundkariya mêran gelek in, em ê bêdeng nemînin û dest ji mafên xwe berdin”, wê 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Têkoşîna Navnetewî Ya Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan, li her derên Tirkiyeyê derkevin kolanan.
Patria, Minerva û Maria Mirabel, her sê xwişkên ku di rûxandina dîktaroriya li Komara Dominîkê de roleke mezin lîstine û di vê rêyê de can dane bûne sembola 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Têkoşîna Navnetewî Ya Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan.
Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê weke ku bi salane dike, wê îsal jî meşa bi şevê li Kolana Îstiklalê çêbike. Jin bi gotina “Hincetên tundkariya mêran gelek in, em ê bêdeng nemînin û dest ji mafên xwe berdin” wê li Qada Tunelê werin ba hev û heta ber Lîseya Galatasarayê bimeşin.
Ozengul Ergul, ji Platforma Jinan diyar kir ku ew banga derketina kolanan li hemû jinan dikin:
“Lewre em dizanin, tenê em gava werin gel hev em dikarin li dijî tundkariya mêran, newekheviyê, xizaniyê, bêewlehiyê derkevin û nehêlin mafên me ji dest me derxin. Me ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedaye û em nafikirin dest jê berdin. Lê niha em bi hêzeke mezintir dibêjin ‘em li gel hev in, em bi hev re ne û em li vir in’. Bi vê hêza ku em ji hev distînin em ê 25ê Çiriya Paşiyê roja yekşemê saet di 17:00ê de li Qada Tunelê ya Taksîmê werin ba hev.”
İHD: “Em hene û li her derê ne”
Jin her weha wê 24ê Çiriya Paşiyê bi pêşekiya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Şaxê Stenbolê li cihê bi navê Zezeyê yê li Beyogluyê werin ba hev. Jin wê bi gotina “Em hene û li her derê ne” werin ba hev û nîqaş bikin. Paşê jî wê stran bên gotin.
Li Îzmîrê wê film bên temaşekirin
Komeleya Piştgiriya Jinan a Esenyaliyê bi heman armancê wê rêzebernameyan çêbike. Jin wê îşev li avahiya komeleyê werin ba hev û li filmê bi navê Suffergette (Li Ber Xwe Bide) temaşe bikin. 21ê Çiriya Paşiyê jî panela bi navê “Tundkarî û Tenduristiya Jinan” wê çêbibe ku doktora pispor Sanem Aslan û dermanfiroş Ayşegul Bektaş wê biaxivin. Bernameya herî dawî li komeleyê wê 24ê Çiriya Paşiyê çêbibe û wê sosyolok Birgul Avdan li ser mafê hevberdanê biaxive. (EMK/FD)