Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li serê sikakê kaşekî tîk hebû. Ez û bavê xwe di germa havînê de pê de hilkişiyan.
Bavê min kire minmin û got, “Ma deriyê nexweşxaneyê wiha dibe?”. Mafdar bû. Kaş gelekî tîk û dirêj bû. Dema em hatin ber deriyê nexweşxaneyê, leşkerê nobedar got, “merheba, gelo hûn ji bo muayeneyê hatine?”. Demeke din ez ê bibûma 14 salî. Simbêlên min nû nû derdiketin. Em ketin hundir, me kaxizên xwe dane wan, qeyda me girtin, serbazekî deryayî li gel me, em derketin bexçeyê navîn ê nexweşxaneyê.
Li bexçe kêmanî 50 ciwanên di emrê min de hebûn. Dema balixbûnê hatibû û malbat ketibûn tatêleka zarokên xwe.
Bi qasî 10 rojan muayeneyê berdewam kir. Ji serî heta binî hemû laşê me kontrol kirin. Cara ewilî di wan rojan de ez rastî homofobiyê hatim.
Lewre dema em hemû li ser hev bûn ji bo bizanibin ka em homoseksuel in an na, me kontrol kiribûn. Hewce nake ez behsa hesta biçûkxistina vî tiştî bikim.
‘Bahriye yan jî bahrî?’
Bi vî awayî dest pê kir salên xwendekariya leşkerî ya asta testosterona wê gelekî bilind.
Piştî vî tiştî, ji bo dilpakiyên ‘leşkeriya deryayî’ û xalên girîng ên jiyana mêran ango leşkeran li me ferz bikin, bi hemû giranî û bi dilhişkiya xwe mekanîzmayek dane meşandin.
Di vê metodê de –di wan salan de- cih ji jinan re tune bû. Ji bilî mamosteya ingilîzî ya serpel a di dema pola amadekariyê de, em rastî jinan nehatin.
Efserên mêr jî li nava çavên vê efsera jin dinêrîn û behsa serdestiya mêran dikirin. Heta rojekê yekî ji wan got, “derya weke jinê ye, bêbext e, divê mirov baldar be” û wiha berdewam kir: “Ji ber wê ji deryayê re ‘bahriye’ dibêjin, heke ne wisa bûba, wê ‘bahrî’ bigotana.” Tê bîra min ku em wê rojê bi vê heneka ‘xav’ keniyabûn.
‘Çi karê jinan di keştiyê de heye?’
Karê leşkeriyê di wê demê de karekî gelekî girîng bû. Lewre ji bilî ceribandinan, sê derbe me li du xwe hiştibû ku her ji 10 salan carekê çêbûbûn. Tirkiye, di bin rêveberiya leşkeran de, di nava serdema tarî de bû ku faşîzma 12ê Îlonê derxistibû.
Weke her devera welatî, li leşkeriyê jî pirsgirêka jinan, ji wan pirsgirêkan bû ku, hewce nedikir mirov li ser biaxive. Weke di mînaka ‘bahriye-bahri’ de, jin di navenda henekên ‘xav’ de dihatin dîtin.
Di vê navberê de, leşkerên deryayê, bi sedan sala ne dixwazin baweriya herkesî bi wî tiştî bînin ku heke jin li keştiyê siwar bibin, wê bêyomiyê bînin. Bi vî tiştî, mêr dixwazin wê rastiya xwe veşêrin ku nikarin xwe kontrol bikin.
Cilûbergên spî
Weke tê zanîn, leşkerên deryayê cilûbergên ango unîformayên spî li xwe dikin. Tê îdiakirin ku cin herî zêde ji vî cilûbergên spî ên leşkerên deryayê hez dikin. Di dilê xwe de vê weke serbilindiyekê dibînin.
Ji ber vî cilûbergê spî, leşkerên bejayî û yên hewayî, ji leşkerên deryayî re digotin ‘yenge’ (jinbir, amojin). Leşkerên deryayî gelekî ji vê gelek aciz dibûn.
Li hêlekê bi dehan henekên ku jin pê biçûk dixistin dihatin kirin, li hêlekê jî dihat gotin ku, ji bo cil û bergên keçan gemarî nebin, destmalên spî ji bêrîkên xwe derxin û ew cihê ku wê keç lê rûnên pê paqij bikin. Lê bêguman kubarî ne ev bû, min ê paşê pê derxista.
Jiyana medenî
Serpêhatiyên min ên dibistana leşkerî piştî ez ji Dibistana Şerî veqetiyam bi dawî bû ku pênc salan berdewam kiribû. Min gelekî zehmetî nekişandin di adaptasyona li jiyana medenî de.
Salên dirêj min li dibistaneke leşkeriyê ya ku tenê mêr diçûnê û bi şev jî li wir diman perwerde dîtibû. Ew dibistana keç û xort bi hev re lê perwerde dibûn, ji min re bibû fersend ku li hêlekê ez xwe û li hêla din jî jinan nas bikim.
Piştî ji dibistana leşkerî veqetiyam bi salekê, xwendekarên jin karîbûn biçin dibistana şerî. Ez ne şahidê wê demê me. Lê ez dizanim bê ka di nava ewqas xwendekarên xort de çi hatiye serê wan xwendekarên keç ên hejmara wan kêm.
Têkoşîna li dijî doktrîna ‘zilamtiyê’
Yek ji şaşiyên din ji salên dibistana leşkerî jî ew bû ku, min havînên demên balixiyê, bi destgirtiyên xwe re diborand û digot, dibe ku bi vê re ez têkiliya di navbera jin û mêran de fam dikim û minn bi van tecrubeyên bêxêrûber jiyan dinirxand.
Derbarê têkiliyên di navbera jin û mêran de ji bo ji hevalên xwe re behs bikin, me çîrokên kurt ên evînê yên weke çîrokên seydvanan kom kiribûn.
Û helbet yek ji van jî ti nêrîn li ser jiyana têkel ya ‘ji derve’ çênedikir. Ji ber vê jî ne hêsan bû ku rewşa mêraniyê ji ser xwe bavêje, ew jiyana ku leşkeriyê nedihişt gotineke xirab li ser bê gotin.
Gelo yekî weke min ku ji ciwaniya xwe rastî doktrîna ‘zilamtiyê’ hatiye dibe ku bi nêrîneke cuda li jinan binêrê? Ev doktrîna mêraniyê ya ku îdeolojiya avakar, di sala 1920an de standartek ji bo wê çêkiriye û li ser bingeha berdewamiyê heta roja me hatiye.
Bi ceribandinan, bi destpelkê min hewl da ku pêş de biçim.
Azadiya nîvco
Di demên piştî wê de min bi jineke ku hevkara min an jî destgirtiya min bû, li nava kolanê bi dengê bilind şer kir, li hemberî jinên din cure cure bênezaketî jî.
Min xwe li ser serê jinekê kir mamoste jî –ew helwesta ku mansplaining dibêjin- di biryarên derbarê laşê wê de destwerdanên biçûk ên bêhed jî kir.
Neslê mêran her çiqas ku piştî têkoşîna mafên jinan nas bike û wê fam bike jî nikare hin tiştan sererast bike. Demên wisa çêbûn ku di mijara serpoşê de min destpêkê piştgiriyeke nîvco dabû, lê paşê ji ber vê helwesta xwe ez xemgîn bûbûm.
Li dijî zayendperestiyê û homofobiyê…
Piştî vê pêvajoyê, li dijî zayendperestiyê û homofobiyê, li gel têkoşîna feminîzmê, ez hewl didim ku jiyanê ji çarçoveyeke din bibînim û ez ê hewl bidim.
Lewre him tiştê ku min di xwe de dît û him jî li derdora xwe dît, ew “zilamtiya” di nava mêran de bi hêsanî bi dawî nabe.
Hişmendiya civakê, siyasetê û helbet a dewletê, jinê ji civakê cuda dike. Lê bi vê jî nayê ser û li dijî jinan, li malê, dibistanê, leşkeriyê û her devera civakê hêrseke bêwate dixe mejiyê mêran.
Ji xwe bandora kompleksa rezîl a ku jineke bihêz li mêr dike, mixabin bi hêsanî bi dawî nabe.
Têkoşîneke cewherî pêwîste.
Dema ez li xwe vegerim: Ji bo li hemberî mala xwe û hevala xwe bêhtir bibaldarî tevbigerim, qonaxa ku divê ez derbas bikim heye. (MU/ŞA/APA/FD)
Wêne: Kemal Gökhan Gürses