Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Gelek tişt hene mirov bibêje, mejî gelekî tevlihev e, li gorî wê jî qayde ya gotinê jî dê tingûring be. Ji ber wê, ji kerema xwe nivîsê weke li keserekê guhdar dikin bixwînin”!
Aşkere ye ku nexweşiyeke ‘cins’, ya her yek ji ferdên vî ‘cinsî’ û ji ber mijara me ya erdnîgariyê heye. Hekena, Ti zindîwereke din nîne ku ji bilî dema kirina tiştên xwezayî yên weke zayîn û xwarin xwarinê, bela xwe li her tiştî bide.
Lê em dîsa jî şêweyên tundkariya mêran a kolektîv dînin aliyekî ku bi sedan salan gerstêrk kiriye gola xwînê û sedsala borî jî ji eyarê xwe derketiye; lewre rewşa mirovahiyê ya li kolanê, li malê, li dibistanê, li kargehê, di trafîkê de û di zaroktiyê û balixiyê de dikele û çavkaniyê ji hemû tiştên cinûs re dike jî gelekî bi bereket e.
Dema ku ji mirov tê xwestin di mijareke wiha de binivîse, ji adetê ye hema berê xwe dide zaroktiya xwe.
Dibe ku ez hinekî mezin dikim lê di dest de derfet û fersend hebûya, gelo wê çend zarokên li sikak û taxa me di filmê “Xwedayê Mêşan” (Ez dibêm ne hewce ye ku bibêjim hemû jî zarok kur bûn) ê William Goldingî de nelîstiba.
Ji xwe hinek ji van zarokan mezin bûne û hêrsbûna xwe di dersên dewletê de parzûn kirine û di çarçoveya derfetên xwe de di wan ‘filman’ de lîstine û hîna jî dilîzin.
Heke ku li derdorê xapandineke mêrên mezin hebe, divê wergereke vê ya zaroktiyê jî hebe. Heta kelûpel hebin, wê ev werger bibe yeke wiha ku tundiya wê gelekî mezin be. Ji kerema xwe re beriya ku em li hember derkevin bilez vegerin zaroktiya xwe û vegerin.
Heke ku me dît em gelekî zehmetiyê dikişînin, wê gavê zêde bi dûr de neçin; Em ji Columbineyê dest pê bikin û li qetlîamên zarokên kur ên biçûk ên li lîseyên Amerîkayê kirine binêrin. Lê li vir li şûna sûcdarî divê zarok (ango zaroktî) li kategoriya mexdûran bê nivîsîn. Mijara hebûna me ya civakî, vestrîna me ya bi tecrubeyên hînbûyî û tiştên weke wan. Lê bi her awayî diyar e ku di rêya hebûnê de, li gorî rewşa desthilatê û hêzê pozisyon tê standin.
Yanî hemû rê ber bi Romayê ve diçin!
Fetleke berbat e ev; tundkariya mêran dikare mexdûran jî bike zombî. Me nedizanî ku di filmên derbarê ciwanan de ew xortên di serî de ji çav dihatin derxistin, yên herî cahil, ji hêla fizîkê ve yên herî ‘dilmayî’, qelew, xwedî berçavk, tirsonek wê bi bêdengî li bûyerê temaşe bikin.
Helbet wê planeke wan jî ya tolhildanê hebûya, ji xwe jiyan wiha berdewam nake…
Û tew ew plan mafê beşdariya nimayişên mêraniya kolektîv bibin bide wan ku ev nimayîş di bin kontrol û hîmayeya desthilatdariyê de ne. Wê gavê cahildî, sernermî, dilmayîbûn û tirsonekî dibe “belaya” zaroktiyê.
Di eslê xwe de her tiştî gelek baş dest pê kiriye, nafikire ku zirarê bide ti kesan, jiyaneke wiha ye ku bi bêdengî radibe ser tiliyên lingên xwe û di hembêza hezkirinê ya dayikê de ye.
Paşê ew jiyana bi zarokên ‘neçê’ yên kolan û dibistanê re dest pê kir. Tinaz dihatin kirin, li nermika guhên wî dihatin xistin, nedihat hiştin ku beşdarî nava lîstikê bibe, dema destûra lîstinê dihat dayin jî her gav dihat azirandin, berçavkên wî diavêtin erdê, gelek caran bi şandina lîstika ‘keçan’ ‘gef’ lê dihatin xwarin.
Her lîstika li kolanê, her bêhnvedana li dibistanê dibû dojeh.
Tê bîra min, di salên lîseyê de hevalekî me yê bi vî awayî, di bêhnvedanê ji polê dernediket ji derve, car caran serê xwe datanî ser maseya xwe û heta dersa din jî ranedikir. Car caran jî ji bo kes nêzîkî wî nebe (lewre kes ji bo sohbet û qenciyê nêzîkî wî nedibû) diranên xwe diqiriçandin, hêrs dibû, çavên xwe hûr dikir û li kêlekekê disekinî.
Lê ya herî nebaş, li dijî wê seansa xirabiyê ya ku ez nizanim cara çendê bû, serê xwe bi hêl li maseyê xistibû. Me bi milên wî girtibû da ku serê xwe lê nexe lê ew kurikê lawaz û yê cahil bibû xwedî hêza mêrekî zirmezin. Demeke wisa bû ku madê her kesên şahidî lê vê kiriye ji jiyanê dixeland.
Lê ya herî hebaş, me nekarîbû derbeya dawî li wê ‘lînca’ kolektîv bixista…Dibe ku roja hevalê me ya herî bextewer be ew roja ku dema zingilê dawiyê li dibistanê lê da.
Wê gelek zarok hebin ku di zaroktiya xwe de rastî vê orîna vandalî, destdirêjiyê hatibin û jiyaneke ku di tirs, hêrs û êşa zarokên asta jêr de pijiyayî be… Lê niha hemû welêt mexdûrê van orîn, destdirejî û lêdana wê mêraniyê ye.
‘Temaşekirina’ li tiştên qewimiye bi xwe jî bes e; lê bersiv û ew kompozisyona devkî û laşî ya ji wê bersivê hatiye holê amade ye: “Tu li çi dinêrî wilan!”
Mêraniya ku bi dozîna ‘zayîn-nêçireke’ daimî û netêrbûyî tevdigere, weke dêwê kabûs derketiye ser sînga me. Nîşaneyeke bi vî awayî ye ku, weke ku hemû kolan ji dersa sporê ya bihenekî pengiziye; sîng bel û nepixî, mil bilindkirî, serî weke yê beranî li pêş, ling weke yê kevcal sekiniye, diranên li jorî dev li lêva jêrê kiriye, damarên stû nepixîne, dest vekirî ne û di asta mil de li pêş e, deng weke dewê meşkê û lewye, kevir, ço, kêr û ya herî neçê çeka ku hatiye veşartin.
Û li dijî vê cinûsa heyî, civakeke birîndar a ku bi xeyalên hatina ‘Mesîhî’ ve dijî. Ew Mesîhê ku dema civak dikeve xewê, wê ji lêdan û destdirêjiya heyî rizgar dike û ji nava filmî derdikeve û tê. Lê hêla wê ya balkêş ew e ku dema ew Mesîh were, wisa xuya dike ku ‘ew kesê di asta jêr de yê ku serê xwe li maseyê dida’ wê destûra tiştên divê bêkirin nede wî kesê pîroz.
Car caran ev mêrbûna bêhiş û bêsînor dixwaze yê/a li hemberî xwe bike zarok; dixwaze wan bixe rewşa belawela a bêkontrol û metirsîdar a zaroktiyê.
Wiha tê xeyalkirin ku dema Mesîh hat, ne li bendê ye ku bi kesê pêşberî xwe re biaxive û ji bo bibe mirovekî biserûber li ber bigere. Madem kû ketiye xewnê, wê demê, ew ‘zarokê’ asta jêr çi dixwaze divê ew bibe.
Wê ‘dev û diranên wî bên şikandin’ û hesab ji kesê ku nebaşî li wî kiriye bê xwestin, her dema wî wê bikin zindan, mala wî bi ser serê wî de birûxînin û malikê lê wêran bikin û…
Hêdî!
Bi rastî jî vîruseke berbat e; vîruseke wiha ye ku xeta di navbera mezlûm û zaliman de tune dike, di her rewşê de dikare laşekî ji xwe re bibîne ku hêkên xwe bera nav de, rehên wê di kûrahiya demê de veşartî û kevnare ye. Formuleke wiha ye ku weke cinsek ji bo xwe bi xwe rizgar bike û tune bike hatiye çêkirin, weke jehrîbûna ji xwarinê ye. Mêrbûn û tundkariya zaroka wê ya herî “safî".
Ji bo dermankirinê dem pêwîste!
Bi verişandinê wê her tişt dest pê bike! (TM/ŞA/APA/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren
#18 Mêr, mîna û her wekî din in – Alî Kemal Çinar
#19 Parastina min li pêvekê ye – Îrfan Degîrmencî
#20 Rapêça Tundkariyê - Mehmet Açar
#21 Biheşta derewîn - Menderes Samancilar
#22 Cîhana hizirkirinê û mêrbûn - Bariş Unlu
#23 Mezinbûna li warê xwendekaran - Bağiş Erten
#24 Tramvaya azweriyê - Turgut Yüksel
#25 Çêdibe ku îtirafkirin û li-xwe-mikur-hatin jî pesindaneka nêrane be -Fırat Yucel