Fotograf: Fatima Tuj Johora / NPR
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Di 11ê Îlonê de ji nexweşxaneyekê saloxî dan me, du zarok bi nexweşiyeke ne ji rêzê ketibûn. Min ji midûrê xwe yê xizmetguzariya tenduristiyê Dr. Reena xwest ku vê mijarê lêbikole. Bavê zarokan di 30ê Tebaxê de miribû. Li gorî zanyariyên me ji nexweşxaneyê wergirtin, me got dibe nexweş bi Nîpahê ketibin. Mi nimûne şandin laboratûara mîkrobîyolojiyê ya fakulteya tibê ya Kozhikodeyê.”
Wezîra Tenduristiyê ya eyaleta Keralê ya Hindistanê Veena Georgeyê bi van gotinan ji News 18ê re behsa çîroka yekem nexweşê bi vîrusa Nîpahê ketiye, kir.
Georgeyê diyar kir ku niha li herêmê rewş hatiye kontrolkirin, ji 96 kesên peywendiya wan bi nexweşan çêbûye, 6 jê bi vê vîrusê ne.
Ji mirovan derbas dibe
Ji vê vîrusê ev cara çaran e ku şewb belav dibe. Cara pêşiyê di sala 2018an de ev nexweşî peyda bû û varyanta wê ya dawiyê dişibe varyanta Bangladeşê.
Li gorî nûçeya NPRyê, li eyalete heta niha du kes ji ber vê vîrusê mirine.
Li eyalete, yek ji endamên ekîba lêkolîna nexweşiyê dike Dr. Thekkumkar Surendran Anish e. Li gorî daxuyaniya Dr. Dr. Thekkumkar Surendran Anish, ji sedî 75ê nexweşan dimirin û egereze zêde heye ku nexweşî ji mirovan derbas dibe.
Lêkolînê li ser pelçimokan dikin
Li gorî nûçeya Hindustan Timesê, Midûrê Giştî yê Desteya Lêkolînên Tibî yê Hindistanê (ICMR) Rajeev Bahlî diyar kir ku rêjeya mirinê di Covid-19ê de ji sedî 2-3 ye. Lê ya vîrusa Nîpahê di navbera ji sedî 40 û 70yî de ye.
Derbarê vîrusa Nîpahê de
Kesên vîrus li wan peyda dibin, yekser nîşaneyên nexweşiyê li wan nayên dîtin. Mîna dema bi zekemê dikevin, laşê wan disincire, serê wan diêşe, qirik û masûlkeyên wan diêşin. Di qonaxa din de, serê wan gêj dibe, bêhal dibin û hişê wan diçe û tê.
Vîrul mirovan jî ajalan jî nexweş dixe. Cara pêşiyê di sala 1999an de li herêma Nîpahê ya Malezyayê mirov bi nexweşiyê ketibûn. (AS/FD)