Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber varyanta nû ya Covid-19ê ya bi navê Erîsê, li cîhanê zêdetir li 50 welatan mirov nexweş ketine. Li welatên Ewropayê jî her diçe belav dibe.
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC) Tedros Adhanom Ghebreyesûsî demeke berê gotibû ku beriya zivistanê, hejmara kesên bi Covid-19ê dikevin, li nîvkada cîhanê her diçe zêde dibe, li hin herêmên Rojhilata Navîn û Asyayê mirov pê dimirin û li Ewropayê jî hejmara kesên li beşên nexweşiyên giran ên nexweşxaneyan tên dermankirin jî zêde dibe.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî di 6ê Îlonê de ragihandibû ku li Tirkiyeyê heta niha ti kes bi varyanda Erisê neketiye.
Serokê Beşa Makezanistê ya Nexweşiyên Sîngê yê Fakutleya Tipê ya Zanîngeha Altinbaşê Prof. Dr. Şevket Ozkayayî got ku, di varyanta nû de mirov herî zêde bêhnê nastînin û tahma devê wan xera dibe. Ev rewş di destpêka pandemiyê de jî gelek zêde dihate dîtin.
Ozkayayî destnîşan kir ku, rêjeya pêketina bi varyanta nû gelek bilind e û “Digel bandorê li pişikê dike jî cihê kêfxweşiyêye ku heta niha nexweşên me yên rewşa wan giran û krîtîk nîne. Lê ji ber vebûna dibistanan û çûn û hatina geştên ji derveye û dîsa kêmbûna germahiya hewayê, dibe ku di rojên pêş de hejmara nexweşan zêdetir bike.” (AS/FD)