Fotograf: AA Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî piştî civîna Wezîran a li Qesra Serokomariyê, bersiva pirsên rojnamegeran daye.
Rojnamegerekî derbarê rewşa nexweşiya sorikan de ji Kocayî pirsek kiriye. Kocayî gotiye: “Belavbûnek nîne, di bin kontrolê de ye. Hemû kesên bi vê nexweşiyê ketine û hatine diyarkirin li gorî tiştên hewce dike tên dermankirin. Her weha xebatên fîlyasyonê bi rengekî gelekî cidî tên meşandin.”
Kocayî her weha diyar kiriye ji ber koçberiyê niha li gelek welatan nexweşiya sorikê belav bûye: “Li ba me jî, li hin herêman, bi piranî jî li Stenbolê nexweşî heye. Ji sedî 86ên nexweşan li Stenbolê ne. Lê weke ku min got, di bin kontrole de ye. Em bi tîmên me yên tenduristiyê yên gerok dişopînin. Em ji welatiyên xwe re pêşniyar dikin ku zarokên we yên derziyên sorikan li wan nebûne yan jî derziyên wan kêm in, bila bi lez û bez biçin derziyan li wan bidin. Em vê demê girîngiyê didin sê doz derziyan. Doza yekem û duyem di 9 mehiyê u 12 mehiyê de, ya çaran jî di 4 saliyê de divê lê bidin. Di serî de doktorên me yên malbatan, em bi tîmên xwe yên gerok re hewl didin derzîkirinê berbelav bikin.” (AS/FD)