Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Edîtorê rojnameya Xwebûnê Zeynel Bûlûtê ku di 16ê Hezîrana 2022yan de tevî 15 rojnamegeran hatibû girtin, xwestiye li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî ya Amedê bi kurdî behsa nexweşiyên xwe bike. Lê leşkeran destûr nedaye wî û jê re gotiye, “Bi tirkî xeber bide.”
Bûlût: Nîjadperestiyê nekin
Li gorî nûçeya MAyê, Bûlût di 14ê Gulanê de birine nexweşxaneyê û wî jî bi kurdî behsa nerhetiye xwe kiriye. Leşkerên li Girtîgeha Hejmara 2yem a Amedê gotiye, “Bu kirdî xeber nede, bi tirkî xeber bide, tu bi tirkî dizanî.”
Bûlûtî bertek nîşanî leşkeran daye û gotiye, “Nîjadperestiyê nekin, kîjan zimanî bixwazim ez ê bi wî zimanî xeber bidim. Kurdî zimanê min ê dayikê ye û ez bi kurdî xwe baştir tînim ziman. Ji ber wê hûn nikarin midaxele bikin.”
Doktorî/ê jî ji leşkeran re gotiye ku nexweş bi kîjan zimanî bixwaze dikare bi wî zimanî xeber bide, lê leşkeran gotiye, “Xeberdana bi kurdî qedexe ye, çima hûn fam nakin, bila bi tirkî xeber bide.”
Li gorî nûçeyê, leşkeran destûr nedaye Bûlût bê dermankirin û kelemçe li destên Bûlûtî jidandine û ew birine girtîgehê.
Bûlûtî destnîşan kiriye ku ew ê bi rêya parêzerên xwe giliyê leşkeran bike. (NT/FD)