Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Perestara xwebexş diyar kir ku hîna cenaze li erdê ne û ihtimal heye nexweşî li van deran belav bibe. Wê got ku, mirovên ji erdhejhê sax filitîn, ji ber sermayê mirin.
Çi li Goksûnê, çi li Elbîstan û Afşînê û çi jî li Mereşê em rastî gelek xwebexşan hatin. Hinek ji wan bi qefleyan hatibûn. Hinek jî bi tena serê xwe. Me perestara ji Îzmîrê hatiye Elbîstanê li salona Cemxaneyê dît. Bi telefonê bi hinekan re diaxivî. Ji wan re digot ku “ez dixwazim wesayîteke offroad peyda bikim û biçim gundan, alîkariyê bidime wan. Wesayîta min ne li gorî şert û mercên zivistanê ye.” Xuya bû ku yê daxwazên wê pejirandibû, perestarê bi dengekî bilind kêfa xwe anî ziman. Piştî telefona xwe girt, em çûne ba wê.
Li gorî gotina wê, kesekî xwebexş çend wesayitên offroadê ji bo herêma erdhejê şandine. Ew wesayît di destên cendermeyan de ne û perestarê dixwest yekê jê bidine wê:
“Em çûne gundê Sarıyatağê. Gelekî zehmet bû. Me wesayît dehf da û em bi vî rengî çûn. Li ser girekî ye. Ji ber wê ez dixwaim wesayîteke offroad bidine min. Ger wisa bibe, ez ê wesayîta fermî ya li ba min bidime wan û karê xwe bi ya offroadê berdewam bikim.”
*Gundekî Afşînê
“Mêrikek di nava erebeyê de qefiliye”
Perestara xwebexş roja duyem a erdhejê hatiye Elbîstanê. Me jê xwest ku ew ji me re behsa serpêhatî û çavdêriyên xwe bike:
“Ji destpêkê ve tişta ku min dît ev e, nikarîbûn pirsgirêka cihê mayînê ya mirovan çareser bikin. Li vir piştî çar rojan kon vedan. Lê di nava wan de sobe nebûn. Hîna sobeyên erdhejzedeyan nînin. Ez roja duduyê ya erdhejê hatim Elbîstanê. Ji wê rojê û heta niha pirsgirêka tiwaletên gerok heye. Hemû mirov li vir in. Li vir min bi çavê xwe dît, kal û pîran di bin xwe de rîtin. Li vir jî li Goksunê jî pirsgirêka cihê mayînê heye.
*Elbîstan
“Mêrik ji erdhejê filitiye. Sax derketiye. Lê di nava wesayitê de ji serma qefiliye û miriye. Ji ber hîpotermiyê. Ji bin kavilan sax derdikevin lê di konan de ji ber sermayê dimirin. Em li vir herî zêde mirovan germ dikin. Me mûcîzeyên bi vî rengî jî dîtin: Dema erd diheje, mirovek li axur e. Çêleka wî jî li wir e. Bi germahiya çêlekê sax maye. Lê qet nebe mirovên ku sax derketine, bila ji serma nemirin. Ewqas roj derbas bûye, ez naxwazim hîna hewl bidim êzing û komirê peyda bikim, konan peyda bikim. Niha ji gundan gelek kes daxwaza konan dikin. Ev kon ne ku em wan vedidin. Konên bi vî rengî ne ku rêbernameyên wan bi ingilîzî ne. Ew kesên li gundan dijîn wê çawa van konan vedin? Gelek ji wan bi ingilîzî nizanin. Hûnê wan konan bibin li wir vedin û ji wan re bibêjin, werin bikevin konan.
Perestarê behsa xebatên AFADê jî kir ku li gorî gotina wê AFADê ne birêxistinkirî ye:
“Alîkariyeke bêkontrol heye li vir. Hûn neçar in ku di nava rojê de çar caran binê pitika xwe biguherînin, lê her ji çar rojan hûn dikarin cil û bergên xwe biguherînin. Lê bêserûber cil û bergan dişînin vir. Ji xwe pirsgirêkeke herî mezin hêza mirovan a birêxistinkirî ye. Niha em ji mirovan re dibêjin ku 9-10 kes werin ba hev û werin herêmê. Lê dema bi rêya AFADê tên, AFAD nikare wan birêxistin bike û belav bike.
“Du barhilgirên Heyva Sorê hatin. Nîvê şevê saet yek bû. Şeva sêyem a erdhejê bû. Mirov westiyabûn û bêhal bûn. Roja sêyem diqediya û em diketin roja çarem. Du ajokar bûn. Pêwîstî bi mirovan heye ku van alîkariyan ji barhilgiran daxin.
“Pirsgirêkên herî mezin peydakirina cî û warên mayînê, mirovan û kelûpelên paqijiyê ye.
*Elbîstan
“Ihtimal heye nexweşî belav bibin”
Tê gotin ku li gelek deveran di bin kavilan de mirov hene. Cenazeyên wan nehatine derxistin. Metirsî heye ku nexweşî belav bibin. Perestarê jî bal kişand ser vê mijarê:
“Ji ber cenaze hîna li derve ne, pirsgirêka av û tiwaletê heye. Li gorî pêşbîniya Midûriyeta Tenduristiyê û Wezareta Tenduristiyê heye ku li vir nexweşî belav bibin. Ji bo wê em ê kabînên tenduristiyê ava bikin.
Niha cenaze li derve ne. Li morgan cih nemaye. Ev pirsgirêkeke mezin e. Hîna av gemarî ye. Rengê wî girekî ye. Ev ji bo her cihên ku erd lê diheje bi vî rengî ye. Li wan deran av şolî dibe. Ji ber wê jî dibe nexweşî li wan deran belav bibin. Di rewşên wiha de mirov vedirişin û nava wan diçe. Li gorî zanyariyekê, dibêjin wê tîmên tenduristiyê bişînin wan deran. Rojên destpêkê ji ber ku av nebû, mirovan berf helandine û av vexwarine. Nava wan çûye. Lê tiwalet nebûn. Tiştên gelekî nexweş me dîtin. Li jir gelek kal û pîr hene. Ev mirov wê çawa bi gopalên xwe baz bidin û biçin tiwaletan. Nikarin.” (FD)
*Ji ber ewlehiya wê, em nasnameya perestarê aşkere nakin