Fotograf: IHD
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehhen Herêma Marmarayê îro aşkere kiriye.
Rapor behsa bûyerên di navbera meha Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de pêk hatine kiriye.
Di vê demê de 780 kesan serî li wan dane û 125 zanyarî jî ji çapemeniyê berhev kirine ku li gorî vê encamê, li ser hev 905 caran maf hatine binpêkirin.
Li gorî raporê, şeş girtiyên nexweş (Tahîr Gurdal, Emre Abalak, Ehettîn Kaynar, Suphan Çabûk, Kemal Mûtlûm û Vûral Avar) mirine ku çar ji wan di girtîgehê de bûn, 2 ji wan jî piştî serbestbûnê mirine. Her weha di van sê mehan de li girtîgehên Herêma Marmarayê 2 kesan xwestine xwe bikujin.
Di sê mehan de ji van 21 girtîgehan 57 serîlêdan li ÎHDya Stenbolê bûye: Girtîgeha Sîlîvriyê, Tîpa Fyê ya Hejmar 1 û 2yê ya Kandirayê, Tîpa Lyê ya Hejmar 1ê ya Maltepeyê, Tîpa Fyê ya Edîrneyê, Tîpa Fyê ya Hejmar 1 û 2yê ya Tekîrdagê, Tîpa Fyê ya Bolûyê, Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Tîpa Myê ya Gebzeyê, Tîpa Hyê ya Bûrsayê, Girtîgeha Ewlehiya wê Zêde ya Hejmar 1ê ya Erzerom Dûmlûyê, Tîpa Syê ya Antalyayê, Tîpa Tyê ya Xelatê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Tîpa Tyê ya Hejmar 1ê ya Edene Kurkçulerê, Girtîgeha Jinan a Kayserî Bunyanê, Tîpa Tyê ya Şakranê, Tîpa Ryê, Tîpa Fyê ya Hejmar 2yê ya Sîncanê, Girtîgeha Jinan a Amedê.
Mafên hatine binpêkirin ev in
Di beşa binpêkirina mafên girtiyan de daxuyaniyên bi vî rengî hene:
"Di van sê mehan de, pêkanînên neyênî yên li dijî mafê tehliyeya bi şert û merc, êrîşên li ser mafê jiyanê, pirsgirêkên bidestxistina tenduristî û dermanbûnhe, îşkence, kiryarên xirab û pêkanînên li dijî rûmetê, bidestxistina edaletê, qedexeyên ragihandinê û pêkanîna tecrîta girankirî, cidakariya di bicihanîna cezayan de dewam kirine.
Di nava binpêkirinên mafan ên zêde bûne de, gefxwarina mirinê, neçarî xwekuştinê hiştin, çalakî û gotinên rêvebirayên girtîgehan ên bibin sedema ewlehiya canî derketine pêş. Ev rewş tevî pêkanînên tecrîda giran û îzolasyonê, li ser mafê jiyana girtiyan dibe gef.
Qedexeya li ser kurdî dewam kiriye
Bi mahneya ku stran strîne, daxwaza guhertina hicreyê kirine û derbarê vê mijarê de daxwazname daye rêvebiriya girtîgehê û israr kiriye û hin mahneyên mîna van, cezayên dîsîplînê û cezayên hicreyê li girtiyan birîne û dema wan a tehliyekirinê ya qanûnî bipaş xistine.
Li hemû girtîgehan pirsgirêkîn mîna cezayên dîsîplînê, qedexeyên weşanên demkî-bêdem, nedana pirtûkên bi kurdî, neşandina nivîs û daxwaznameyên ji saziyên fermî re hatine nivîsîn, dewam kirine.
Her weha mafên sohbetkirinê û sporê nehatine bikaranîn, bihayên gelekî zêde yên li kantînên girtîgehan, kêmbûna cûreyên kelûpelan, qedexeya hin kelûpelan li kantînan hin pirsgirêkên din in. (AS/FD)