Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Henaseyê (TUSAD) bal kişandiye ser zêdebûna hejmara nexweşên êşa zirav ango tuberkulozê yên tomarkirî. Hejmara nexweşan di dema pandemiyê de kêm bûbû.
Li gorî daneyan, di sala 2021an de li seranserê cîhanê 6,4 milyon nexxweşên tomarkirî hebûn ku li Tirkiyeyê jî hejmara wan ji 9 hezarî boriye.
Êşa zirav yek ji nexweşiyên her kevn e lê li Tirkiyeyê û cîhanê hîna jî gelek kes ji ber wê dimirin.
Koma Xebatên Tuberkulozê ya TUSADê diyar kiriye ku di dema pandemiyê de hejmara nexweşên tomarkirî kêm bûbû lê ev hejmar dîsa zêde dibe. Pisporan destnîşan kiriye ku li cîhanê zêdetirî 4 milyon nexweşên ne tomarkirî jî hene û ev rewş kontrola li ser nexweşiyê zehmet dike.
Li Tirkiyeyê di navbera 1 û 7ê Kanûna Paşiyê de Hefteya Hayjêhebûn û Perwerdeya Êşa Zirav li dar dikeve. Koma Xebatên Tuberkulozê ya TUSADê ji bo vê hefteyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Di sala 2021an de milyon û 600 hezar kes mirine
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di dema pandemiya Covid-19ê de li tevahiya cîhanê tomarkirina hejmara nexweşên êşa zirav û derfetên dermankirina wan kêm bûye. Li gorî heman daxuyaniyê, di sala 2019an de li cîhanê 7 milyun û sed hezar nexweş hatine diyarkirin, lê hejmara nexweşên tomarkirî di sala 2020an de daketiye 5 milyon û 800 hezarî. Di sala 2021an de ev hejmar careke din bilind bûye û gihîştiye 6 milyon û 400 hezarî. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) jî di sala 2021an de li cîhanê 10 milyon û 600 hezar kesên din bi nexweşiya êşa zirav ketine û milyon û 600 hezar mirov ji ber vê nexweşiyê mirine. (EMK/FD)