Fotograf: AA / Şangay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, duh (21ê Kanûna Pêşiyê) li navenda WHOyê ya li Cenêvê, bajarê Swîsreyê civîna dawî ya sala 2022yê pêk aniye.
Ghebreyesusî di civînê de behsa Covid-19ê ya ku sala sêyan e dewam dike, xureka meymûnan (Mpox) a li seranserê cîhanê heye, Ebolaya li Ûandayê derketiye, şewba kolerayê ya li gelek welatan heye, lehiyên li Pakistanê, hişkesalî û lehiyên li Afrîkayê kiriye.
Sekreterê Giştî yê WHOyê diyar kiriye ku gelek sedem hene ji bo ew ji siberojê bihêvî bin û gotiye, "Di şewba Covid-19ê de îsal kêmbûneke cidî pêk hat":
"Şewba Mpoxê ya cîhanî kêm dibe û li Ûgandayê zêdetirî 3 hefteyan e ku kes bi nexweşiya Ebolayê neketiye.
"Di dema destpêkê ya belavbûna pêla Omicronê de, li gorî saleke berê rewşa me gelekî baş e ku wê gavê nexweşî gelekî zû belav dibû û gelek kes dimirin. Di meha Kanûna Paşiyê de hejmara nexweşîn Covid-19ê gelekî bilind bû, lê paşê rêjeya mirinên ji ber Covid-19ê yên heftane, ji sedî 90 kêm bûye."
"Zû ye ku em bibêjin şewb bidawî bûye"
Ghebreyesusî diyar kiriye ku gelek tiştên nezelal û valahî hene ji bo em bikaribin bibêjin "şewb bidawî bûye". Wî destnîşan kiriye ku valahiyên di dema çavdêriyê de, testkirin û senifandinê de derdikevin, tê wateya ku wan bi rengekî baş fam nekiriye bê ka vîrus çawa xwe diguherîne.
Sekreterê Giştî yê WHOyê gotiye ji ber zêdebûna hejmara nexweşên Covid-19ê yên li Çînê ew metirsîdar in. Demeke berê li Çînê, li dijî polîtîkaya "Sifir Covidê" xwenîşandanên gelekî berfireh pêk hatibûn û paşê jî gelek bergiriyên ji bo vê nexweşiyê hatibûn wergirtin, sist kiribûn. (SD/FD)