Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rayedara Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî, Reena Ghelanî duh, di dema civîna Desteya Ewlehiyê ya NYyê axiviye û behsa nexweşiya kolerayê ya li Sûriyeyê kiriye. Ghelaniyê gotiye ku nexweşî li 14 bajaran belav bûye û heta niha bi kêmanî 80 kes mirine.
Li gorî heman daxuyaniyê, heta niha li Sûriyeyê 24 hezar kes bi gûmana nexweşiya kolerayê serî li nexweşxaneya dane.
Her weha gotiye ku li Heseke, El-Bab û Helebê bi milyonan mirovên ziyana şerî gihîştiye wan, bi bêaviyê re rû bi rû ne.
Di axavtina xwe de Reena Ghaleniyê destnîşan kiriye ku ihtimal heye rewz aloztir bibe, kolera gelekî zû belav dibe û ji bo plana çalakiyê ya sê mehan, pêwîstî bi 34,4 milyonan heye.
Li kampên penaberan 65 kes bi nexweşiyê ketine
Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya NYyê (OCHA) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) di 23yê Çiriya pêşiyê de hin dane weşandibûn û li Sûriyeyê bajarên ku herî zêde nexweşî lê hatine dîtin, aşkere kirine:
Deyrzor (10 hezar û 960 nexweş, ji sedî 55ê nexweşan)
Reqa (4 hezar û 519 nexweş, ji sedî 23yê nexweşan)
Heleb (3 hezar û 91 nexweş, ji sedî 15,4ê nexweşan)
Heseke (Hezar û 17 nexweş, ji sedî 5ê nexweşan)
Li gorî daneyên OCHA û WHOyê, ji sedî 65ê nexweşan, li kampên ku kesên ji cihên xwe hatine derxistin dimînin.
Li Libnanê 10 kes mirine
Li Libnanê, ji 1993yê û vir ve cara yekem e ku nexweşiya kolerayê hatiye dîtin. Li gorî daxuyaniya ku Wezareta Tenduristiya Gelî ya Libnanê di 23yê Çiriya Pêşiyê de daye, li welêt ji 6ê Çiriya Pêşiya 2022yê û vir ve 239 kes bi kolerayê kiten û 10 kes jî ji ber vê nexweşiyê mirine. (SD/FD)