Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêketên kolerayê ku ji sala 1993an vir ve cara ewil di 6ê Çiriya Pêşiya îsal de li Lubnanê hatiye tomarkirin. Her weha li herêmên bakurê wî welatî nexweşî belav dibe.
Li gorî nûçeya ajansa dewletê ya Lubnanê NNAyê, Wezareta Tenduristiya Gel a Libnanê duh (23ê Çiriya Pêşiyê) rewşa dawî ya nexweşên kolerayê li wî welatî parve kiriye.
Li gorî vê yekê, li welat di rojekê de 12 pêketên nû yên kolerayê hatin tomarkirin; Di nava 24 saetan de 3 kesên din ji ber kolera mirine. Bi vî awayî li welêt hejmara kesên ji ber nexweşiya kolerayê mirine derkeiyet 10an û hejmara nexweşan jî derketiye 239an.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) li Libnanê bi giştî li bajarên Akkar û Trablusê yên bakurê welêt bûyerên kolerayê tên dîtin.
Kolera çî ye?
Kolera nexweşiyeke ku zikçûn zêde û akût e û ji ber enfeksiyona rovî ya ku ji hêla bakteriya Vibrio cholerae ve çêdibe pêk tê. Li cîhên ku av û paqijiya kesane kêm in çêbibe. Bi rêya avê belav dibe.(SD/AY)