Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îdirê Habîb Eksîk derbarê wê êrîşa polîsan de axiviye ku bûbû sedema şikandina lingê wî.
Li gorî nûçeya MAyê, Habîb Eksîkî diyar kiriye ku ew ê bi rêya hiqûqê hesab ji fermandarên polîsan ên fermana vê tundiyê dane û polîsên ew ferman bicih anîne bipirse.
Di 9ê Çiriya Pêşiyê de li Geverê, navçeya Colemêrgê, ji bo pêvajoya radestkirina Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî protesto bikin, çalakiyek li dar ketibû. Polîsan midaxele li vê çalakiyê kiribûn û di dema vê çalakiyê de linge Eksîkî hatibû şikestin. Eksîk li Nexweşxaneya Bajarî ya Enqereyê tê dermankirin.
Eksîkî bertek nîşanî bêdengiya Serokê Meclîsê, Mûstafa Şentopî daye: “Diviyabû ku Serokê Parlamentoyê yê soza bêalîbûnê xwendiye, li dijî vê tundkariyê derketa. Divê li dijî vê tundkariya polîsan hemû partiyên siyasî, hemû rêxistinên girseyî hemû saziyên civaka sivîl bertekan nîşan bidin. Ji mixalefetê hin siyasetmedaran weke kes ev bûyer şermezar kirin. Hin kesan gotin ku derbasbûyî be. Lê bi taybet weke sazûmanî me bertek ji Rêkeftina Netewî nedît.”
“Protestokirin mafê me yê Destûrî ye”
Habîb Eksîkî gotiye: “Meşa ku me li Geverê û bajarên din pêk anî, ji bo şikandina tecrîdê ya di şexsê Ocalanî de bû, li dijî vê, protestoyek bû. Li gorî Destûra Bingehîn hemû civîn û xwepêşandanên ku banga tundkariyê nake, dibe pêk bê, ji bo vê hewce nake destur bê wergirtin û me ev gelek cran got, ev mafê me yê destûrî ye.”
Eksîkî diyar kiriye ku Midûriyeta Emniyetê ya Geverê bi dijminane nêzîk bûye: “Piştî bi mertalan derb li min dan, min got ‘ez ê gilî bikim’ û min hewl da ez telefona xwe derxim. Wê gavê êrîş kirin. Min ê vîdeo bigirta lê hemû polîsên li wir êrîşî min kirin. Pehîn, şîmaq, kulm, cop bi her tiştan êrîş kirin. Dema ez li ser pêyan bûm, li min dan û dema ez li ser pêyan bûm lingê min şikandin.
“Piştî ez ketim xwarê li ser lingê min hilpekandin, bi berdewamî li min didan. Di dawiyê de dema dîtin ku kamera dîmenan digirin, vê carê çûn. Êrîşeke plankirî û birêxistinkirî bû. Di dema derblêdanê de me hewl da ku em rûyê xwe û çavên xwe biparêzin. 20-30 kesan derb li kesekî didan, ev rewşeke kambax e. Bi israr min digot ‘lingê min şikest, lingê min şikest’ dîsa jî lê didan.” (AS/FD)