Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û yên tehliyekirina wan tên taloqkirin, a li Amedê dane destpêkirin, di roja 323yan de li bir avahiya Saziya Tiba Edlî dewam kiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûne.
”Ji ber ku em kurd in daxwazên me qebûl nakin”
Di çalakiyê de Nazîme Boltan, dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, axiviye. Boltanê gotiye ku tevî rewşa girtiyên nexweş her ku diçê xirab dibe jî wan tehliye nakin: "Em tiştekî zêde naxwazin. Em dibêjin ku girtiyên nexweş berdin em tedawiya wan li derve bikin. Çima jiyan li hemû dinyayê re heye ji zarokên me re tune ye? Em dubare bang li Wezareta Dadê û rêveberên dewletê dikin û dibêjin, mafê zarokên me jî ya jiyanê heye. Çima daxwazên me qebûl nakin? Bila edaletê pêk bînin em zêde tiştekî naxwazin. Ji ber ku em kurdin daxwazên me qebûl nakin, em jî kurdbûna xwe înkar nakin. Em ticar dev ji zimanê xwe bernadin. Bila ew jî cihekariyê nexin navbera girtiyan. Bila girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin berdin, bila ew jî werin cem malbatên xwe. Çima vê êşê bi malbatan didin kişandin? Banga min li partiyên siyasî jî ew ê ku piştgiriyê bidin me."
“Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin”
Boltanê di dewama axavtina xwe de destnîşan kiriye ku zext û tundî li ser girtiyan zêde bûne: "Roja înê ez bi kurê xwe re axivîm. Ji min re got ku 'betanî û cilên min girtine'. Yanî çi mafê wê heye ku hûn cilê wan distînin. Çend mehên ji bo zext û tundî li ser girtiyan rabe, em di çalakiya edaletê de ne lê zext û tundî li ser girtiyan zêde bûne. Zarokê min jî girtiyekî nexweş e. Ma kevir di dilê wan de heye? Nafikirin nabêjin, ew dayik ji bo çi di çalakiyê de ne? Em tu car vê zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin. Heta em xweş bin jî em dê pêy doza wan bin."
- Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/FD)