Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ofîsa Koordînasyonê ya Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (OCHA), derbarê nexweşiya kolerayê ya li Sûriyeyê rû daye, daneyên dawî weşandiye.
Li gorî daxuyaniya ku OCHAyê di 26ê Îlonê de weşandiye, li Sûriyeyê di navbera 25ê Tebaxê u 23yê Îlonê de 5 hezar û 973 kes bi gûmana kolerayê, çûne nexweşxaneyan. Wezareta Tenduristiyê di 10ê Îlonê de, bi rengekî fermî şewba kolerayê ragihandibû.
Ofîsê diyar kiriye ku ji 14 bajarên Sûriyeyê li 9 bajaran şewb heye û zêdetir jî li Heleb, Dêra zorê û Hasekeyê ne.
Bajar û hejmara kesên ku bi nexweşiyê ketine ev in:
Dêra zorê: 3 hezar û 331 nexweş. Ji sedi 55,76ê nexweşiyan e.
Heleb: Hezar û 336 nexweş. Ji sedî 22, 36.
Reqa: 753 nexweş. Ji sedî 12,6.
Haseke: 465 nexweş. Ji sedî 7,78.
OCHAyê di raporê de bal kişandiye ser daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê û diyar kiriye ku li Helebê, 20 kes, li Dêra Zorê 12, Reqayê sê, li Hesekê jî kesek ji ber kolerayê mirine.
Raporê destnîşan kiriye ku temenê ji sedî 34,8ê nexweşan ji 10an kêmtir e. Ji sedî 52 jin, ji sedî 48 jî mêr in.
Li Nîjeryayê 149 kes mirine
Li Nîjeryayê jî nexweşiya kolerayê belav bûye. Heta niha 149 kes ji ber vê nexweşiyê mirine. Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrola Nexweşiyan a Nîjeryayê (NCDC), paytext Abûja jî tê de li 30 eyaletan nexweşî belav bûye. 5 hezar û 451 kes bi nexweşiyê ketine. Par jî hezar û 174 kes bi nexweşiyê ketine. (SD/FD)