Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê 35 jin bi Covîd-19ê ketine
Endama Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlanê li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihandiye ku 35 jinên li Girtîgeha Bûnyanê ya Kayseriyê tên ragirtin bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketine.
Kûrtûlan di peyama xwe de Wezareta Dadê etîket kiriye û gotiye: “Tê gotin ku li Gîrtîgehan Bûnyanê de 35 jinên girtî bi koronayê ketine, hinek ji wan rewşa wan giran e, hinek birine nexweşxaneyê. Lê hin girtiyên rewşa wan giran nebirine nexweşxaneyê. Gelo agahiya we pê heye?”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê