Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Siyasetmedara girtî Aysel Tûglûkê di danişîna îro ya doza Kobaniyê de gotiye, “Ez nizanim kengî bûye, çi bûye. Ez nizanim ji ber çi têm dadgehkirin."
Civîna 5ê ya danişîna 15ê ya doza Kobaniyê li Dadgeha 22yê ya Cezayê Giran a Enqereyê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam kiriye.
Digel rewşa wê ya tenduristiyê ne guncav e lê heyeta dadgehê daxwaz kiriye ku Aysel Tûglûka bi nexweşiya demansê ye, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bibe. Aysel Tûglûkê gotiye “ez ne di wê rewşê de me ku xwe biparêzim" lê heyeta dadgehê israr kiriye û pirs jê kirine.
Hevserokên berê yên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk Sebahat Tûncel, Hevserokê Rûmetê yê HDPyê Ertûgrûl Kürkçü û endamên Lijneya Rêveber a Navendî yên HDPyê jî tê de 108 kes tên dadgehkirin ku 21 ji wan girtî ne.
Siyazetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên girtin, li salona dadgehê ne û yên li girtîgehên cida ne, bi rêya SEGBISê beşdar dibin.
"Zelal e ku Tûglûk nikare xwe biparêze"
Aysel Tûglûka ku li Girtîgeha Ewlekariya Xurt a Tîpa Fyê ya Hejmara 1ê ya Kocaeliyê tê girtin jî bi rêya SEGBISê beşdar bûye. Hevseroka Giştî ya berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku kayûm li şûna wê hatiye tayînkirin, Gulten Kişanak û Parêzer Ezgîn Gungorduyê alîkariya Tûglûkê kirine.
Parêzer Serdar Çelebî ji Amedê bi rêya SEGBISê beşdarî dadgehkirinê bûye û gotiye ku bila li Tûglûk parêznameya xwe pêşkêş neke û raporên Saziya Tiba Edlî bibîr xistine. Çelebiyî gotiye, "Me derbarê tenduristiya Aysel Tûglûkê de rapor pêşkêş kir. Zelal e ku Tûglûk nikare xwe biparêze. Mafê parastinê tê beralîkirin. Mafê parastinê di mijara dadgehkirina adil de bivê nevê ye. Tişta ku tê kirin, kiryareke xirab e û îşkence ye."
Lê dozgeriyê daxwaz kiriye ku bi rêya parêzerên xwe Tûglûk parêznameya xwe pêşkêş bike. Heyeta dadgehê behsa raporên Saziya Tiba Edlî kiriye ku tê de gotiye "Hinekî dikare xwe biparêze" û daxwaza parêzer Çelebiyî qebûl nekiriye. Paşê dest pê kiriye û îfadeya Aysel Tûglûkê standiye.
Digel ku Tûglûk di dema axavtinê de zehmetî kişandiye jî heyetê di îfadewergirtinê de dewam kiriye. Tûglûkê diyar kiriye ku ew nikare biaxive û gotiye “Ez ne di wê rewşê de me ku parêznameya xwe pêşkêş bikim." Paşê heyetê hin pirs li Tûglûkê kirine.
Parêzeran cidakirina dosyayê xwestiye
Heyetê ji Tûglûkê pirsiye û gotiye, Kerem Gokalpî nas dike yan na û îdiayên Gokalpî bibîr xistiye ku gotiye, Tûglûkê birîndar bi wesayita xwe birine. Tûglûkê diyar kiriye ku ew Gokalpî nas nake û ew dem nayê bîra wê. Parêzer Çelebî li dijî pirsên heyeta dadgehê derketiye û gotiye ku pirs di çarçoveya dubarekirina dadgehkirinê de ye, lê heyetê ev daxwaz qebûl nekiriye.
Parêzerên din ên siyasetmedarên tên dadgehkirin, li dijî helwesta heyeta dadgehê derketine lê heyetê di helwesta xwe de israr kiriye. Dema parêzer li dijî vê helwestê derketin, heyetê axavtinên wan qut kiriye û pirsên xwe arasteyî Tûglûkê kirine. Tûglûkê bi israr gotiye ku ew pirsan fam nake: "Ez nizanim kengî bûye, çi bûye. Ez nizanim ji ber çi têm dadgehkirin."
Parêzeran daxwaza cidakirina dosyaya Aysel Tûglûkê kiriye lê ev daxwaz jî nehatiye qebûlkirin û heyetê biryar daye ku dadgehkirina Tûglûkê dewam bike.
"Tuğluk bila demildest serbest bibe"
Beriya danişînê Platforma 1000 Jinî ya ji bo Aysel Tûglûkê û siyasetmedaran li ber avahiya Kampusê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Endamên platformê daxwaz kiriye ku Tûglûk bila demildest serbest bibe. (AS/FD)