Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covid-19ê, di navbera 18 û 24ê Tîrmehê de testa 365 hezar û 424 kesî pozîtîf encam daye, 157 kes jî mirine.
Ji destpêka pandemiyê heta niha, hefteya ku kêmtirîn hejmara nexweşan hatiye tomarkirin, heftaya 30ê Gulanê û 5ê Hezîranê bû. Di vê hefteyê de hejmara nexweşan 7 hezar û 322 bû.
Doç. Dr. Osman Elbekî ji bo bianetê hejmara nexweşên hefteya borî û yên destpêka meha Hezîranê dabû ber hev û gotibû:
“Li gorî daxuyaniya ku duh Wezareta Tenduristiyê daye, hejmara nexweşan a hefteyekê 226 hezar û 32 ye. Li gorî vê, tê wateya ku rojane 32 hezar û 362 nexweş hene. Di hefteya 4-10ê Tîrmehê de rojane 16 hezar û 738 kes nexweş bûn. Yanî, di du hefteyên dawiyê de hejmar nêzîkî du qatan zêde bûye.
“Hejmara kêmtirîn a nexweşan di navbera 30ê Gulanê û 5ê Hezîranê de pêk hatibû, hejmara nexweşan a rojane hezar û 46 bû. Dema em vê didin ber hev, 31 qatan zêde bûye.
“Hejmara miriyan a herî dawî hatiye aşkerekirin jî 96 bû. Rojane nêzîkî 14 kes mirine. Hejmara miriyan jî li gorî hefteyeke berê, 3 qatan zêde bûye. Dema em wê û hefteya 13-19ê Hezîranê bidin ber hev ku wê heftê 19 kes miribûn, 5 qatan zêde bûye."
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, hefteya borî daxuyaniyek dabû û gotibû ku wê hejmara nexweşan zêde bibe. (AS/FD)