Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC/WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûsî derbarê şewba Covid-19ê de civîneke çapemeniyê li dar xistiye û li vir behsa xureka meymûnan jî kiriye. RTCyê demeke berê ji bo xureka meymûnan rewşa awarte ragihandibû.
Li gorî daxuyaniya Tedrosî, di nava salê de ji 78 welatan zanyarî dane RTCyê û gotine ku 18 hezar kes bi xureka meymûnan ketine. Dîrektorî Giştî yê RTCyê gotiye, zêdetirî ji sedî 70î nexweşan li Ewropayê û ji sedî 25 jî li parzemîna Amerîkayê ne.
Tedrosî destnîşan kiriye ku heta niha zanyariya mirina 5 kesan li ber destê wan e: “Ger civak û şexs, xwe agahdar bikin, qebûl bikin ku rîsk cidî ne, ji bo nehêlin belav bibe gavên pêwîst biavêjin û komên bi hêsanî bi nexweşiyê dikevin biparêzin, em dikarin nehêlin xureka meymûnan belav bibe.”
Seroka ekîba teknîkê ya ji xureka meymûnan berpirsiyar ya RTCyê Dr. Rosamund Lewisê du roj berê behsa cidakarî, dezenformasyon û zanyariyên şaş ên derbarê vîrusan de kiribû. Dîrektorî Giştî jî bi heman rengî bal kişandiye ser van xalan û gotiye: "Daxkirin û cidakarî dikare bi qasî vîrûsekî xeter bin û dikarin şewbê belavtir û zêdetir bikin." (SD/FD)