Fotograf: DIHA /Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Tiba Edlî cara sêyem e ku ji bo parlamentera berê Aysel Tûglûkê gotiye “ew dikare li girtîgehê bimîne.”
Parêzerên Aysel Tûglûkê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye: “Hevalên wê yên bi bi hev re dimînin, parêzerên wê, malbata wê û her weha karmendên girtîgehê û rêveber jî tenduristiya Tûglûkê ji nêz ve dişopînin û rewşa wê ya tenduristiyê di asteke xeter de ye.”
Bal kişandine ser rewşa wê ya lezgîn
Parêzeran bal kişandine li ser tenduristiya Aysel Tûglûkê û gotiye: “Ji ber ku Aysel Tûglûk bi rengekî cidî tiştan ji bîr dike û tenduristiya wê di rewşeke xeter de ye, lijneya çavdêriyê ya girtîgehê di Adara 2022yê de biryar daye ku rewşa wê bi rengekî rêk û pêk ‘bê nirxandin’.
“Ji bilî vê, reçeteyên ku doktorên girtîgehê an jî doktorê/a navenda tenduristiya malbatan nivîsîne, belgeyên din in ku dibêjin ‘ji ber rewşa tê de ye ew bêyî alîkariya ti kesên din nikare jiyana xwe li girtîgehê dewam bike’.
“Me bi belgeyên tibî, şahidiyên girtiyên pê re dimînin, çavdêriyên parêzeran, biryarên çavdêriyê yên girtîgehê û nêrîna zanistî ya Weqfa Mafên Mirovan a Ewropayê (TIHV) serî li Serdozgeriya Komarî ya Koaceliyê da.
“Me di serlêdanê de xwest ku bicihanîna cezayî bila bipaş bê xistin. Li ser vê serlêdanê, Aysel Tûglûk birin Lijneya Pisporan a 3yem a Saziya Tiba Edlî (STE) û di 22yê Hezîranê de raporeke din hate amadekirin.
“Raporên lijneyan ji nedîtî ve hatin”
“STEyê berovajî raporên lijneyên tenduristiyê û nêrînên pisporan ên zanistî raporek nivîsiye ku wan raporan digot, Aysel Tûglûk bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Lijneyeke ku ji 10 kesan pêk tê rapora dawî amade kiriye. Sê endam li dijî biryarê derketine û gotine ku divê miwekîl sê mehan her roj were şopandin û di encama van sê mehan de wê bikaribin nirxandineke baş bikin. Rapora Lijneya 3yem a Pisporan STEyê, yek alî ye, binakok e û seranser e, delîl tê de nînin, zimanê wê û naveroka wê ne zanistî û objektîf e.”
Parêzeran li dijî vê raporê serî li Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê û Lijneya Bilind a STEyê dane. (RT/FD)