Fotograf: ÎHDya Stenbolê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku Necdet Erîkê girtiyê nexweş, bêhiqûqî hatiye girtin û xwestiye ku ew serbest bibe.
Mafparêzan îro li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye ku Erîk bi tena serê xwe nikare jiyana xwe birêve bibe.
"Her du milên wî jê kirine"
Li gorî daxuyaniyê, tiştên ku hatine serê Necdet Erîkî ve ev in:
"Nêzîkî 40 roj berê, li nêzîkî mala wî ya Sêwregê cereyanê pê girt. Birînên kûr di laşê wî de vebûn. Yekser birine Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Dîcleyê.
"Li vir du rojan hatiye dermankirin û piştî wê, ji ber birînên wî giran bûn, ew birin Nexweşxaneya Çam Sakûrayê ya li Başakşehîra Stenbolê. Lê digel hemû dermankirinan milê wî yê çepê jê kirin.
"Di vê pêvajoyê de polîsan gotiye 'biryara girtinê ya Necdetî heye' û bi rojan li ber deriyê odeya nexweşxaneyê sekinîn. Necdet Erît 15 rojan li Nexweşxaneya Çam Sakûra ya Başakşehîrê maye û paşê ew şandin Nexweşxaneya Lutfî Kirdarî ya Kartalê.
"Li vir jî milê wî yê rastê jêkirin. Ji ber ku birînên kûr di çîpa wî ya çepê de hebûn, çîpeke din li şûna ya wî dirûtine. Hîna li nexweşxaneyê dihate dermankirin, di 29ê Hezîranê de polîsan gotiye 'Em ê Necdetî bibin dadgehê' û bi ambulansê ew birin dadgehê. Dadweriya Aştî û Cezayan a Edliyeya Anadolûyê ya li Kartalê biryara girtina wî da û ew birin Girtîgeha Tîpa Lyê ya Hejmar 1ê ya Maltepeyê."
ÎHDyê diyar kir ku digel ew nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, Erîk bi rojan e li girtîgehê tê girtin.
Çi bûbû?
Li gorî nûçeya MAyê, di 9ê Gulana 2016ê de li gundê Xanxirabe û Xirbêreş ê Sêwregê, ji ber erd, du malbat pev çûne. Di encamê de Eyup Yildirim miribû.
Necdet Erîk bi tohmeta ku berpirsê kuştina Yildirimî ye heman rojê hatiye desteserkirin. Ew derxistine dadgehê, piştî kontrolên swapê dadgehê ew serbest kiriye. Malbata Yildirimî, bi rêya parêzerên xwe li dijî vê biryarê derketine. Piştî vê jî biryara zeftkirina Erîkî hatiye dayîn. Hêzên asayişê 6 salan li Erîkî geriyane û di 24ê Gulana 2022yê de li Rihayê ceyranê bi Erîkî girtiye. Hîna dihate dermankirin, biryara zeftkirina wî hatiye bicihanîn.
Malbata wî gotiye ku di şert û mercên girtîgehê de wê birînên wî yên vekirî elem bigirin û divê ew li nexweşxaneyekê were dermankirin. Her weha daxwaz kiriye ku Erîk demildest serbest bibe.
- Li gorî raporên ÎHDyê, li girtîgehên Tirkiyeyê, 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji destpêka sala 2020ê û heta niha 7 jê piştî taloqkirina cezayê wan, bi kêmanî 59 girtiyên nexweş mirine.
(AS/FD)