Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Makbûle Ozera 80 salî û Hadî Ozerê 70 salî, li Artemêtê, navçeya Wanê niştecih bûn û di 10ê Gulanê de bi tohmeta ku “alîkarî dane rêxistinê” hatine girtin.
Di 24ê Tîrmeha 2018ê de bi îdiaya ku “endamê/a rêxistinê” di mala wan de heye, bi ser mala Ozerî de girtibûn.
Di dema serdegirtinê de hemû kesên malbatê hatibûn desteserkirin. Bi tohmeta ku “alîkarî dane” doz li Makbûle Ozer û Hadî Ozerî vekiribûn. Di encama dadgehkirinê de 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li hevjînan birîbûn. Makbûle û Hadî Ozer hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Ewlehiya wê Bilind a Wanê.
Parêzera Makbûle û Hadî Ozerî, Dîlan Kûnt ji bianetê re behsa rewşa wan kir.
“Delîlên berbiçav nînin”
Kûntê got ku ti delîlekeke berbiçav û zelal derbarê alîkariyê de nine:
“Makbûle Ozer bi karê cebirandinê re mijûl bû. Ji ber ku ew bi van karan re mijûlbû, hemû niştecihên herêmê wê nas dikin. Mijara ku di dosyayê de behsa wê tê kirin jî, kesek tê mala wan, tê îdiakirin ku ‘ev kes endamê rêxistinê ye’. Makbûle Xanim jê re dibêje xwe bişo û ew ê wî derman bike. Dema ew kes di serşoke de ye, bi ser malê de digirin.”
“Daxwaza wan a taloqkirinê qebûl nebû”
Kûntê got ku tekane delîla di dosyayê de ev e: “Şahid hene ku gotin ti têkiliya vî kesî bi malbata Ozerî re nîne. Ji xwe kesê hatiye desteserkirin jî gotiye, wan nas nake. Lê digel vê jî ceza li wan birîn û ew girtin.
“Me got ku Hadî Ozer û Makbûle Ozer nexweş in, kal û pîr in, ew nikarin di girtîgehê de bimînin û ji bo wê jî me xwest ku cezayê wan taloq bibe yan jî li malê bê bicihkirin. Lê Dadweriya Bicihanîna Cezayan, ev daxwaza me qebûl nekir.”
“Rapor danê û gotin dikare di girtîgehê de bimîne”
Kûntê diyar kir ku rapora astengdariyê ya Makbûle Ozerê heye û asta wê li jor ji sedî 55yê ye û bi paldanka nexweşan tê cihê hevdîtinê.
Kûntê got ku ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin:
“Rewşa Makbûle Ozerê her diçe nebaştir dibe. Makbûle Ozer dibêje ‘ez ê li vir bimirim’. Metirsiyên wê derbarê mirinê de peyda bûne. Her weha nexweşiya astimê pê re heye û nikari bêhna xwe bide û bistîne. Her çend xwarinên parêzê jê re tên jî, şert û mercên girtîgehê ji bo vî tiştî ne guncav in. Ji ber wê her roja derbas dibe em dibînin ku rewşa Makbûle Ozerê girantir dibe.” (FT/RT/FD)