Gokhan Yildirimê di greva birçîbûnê de ye û birayê wî Erkan Yildirim.
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gokhan Yildirimê ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmara 1ê ya Tekîrdagê, 182, Sîbel Balaça ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin jî 188 roj in di greva birçîbûnê de ye. Her dû jî dixwazin dadgehkireneke adil pêk were.
Her weha dixwazin, girtiyên nexweş serbest bibin, binpêkirinên mafan li girtîgehan ji holê bên rakirin, qanûna bicihkirina cezayên giran li gorî berjewendiyên girtiyan, biguhere.
Erkan Yildirim, birayê Gukhan Yildirimî ji bianetê re got, Dadgeha Bilind 46 sal û nîv cezayê girtîgehê û hezar û 800 lîre cezayê pereyan yê li birayê wî hatine birîn, du hefte berê erê kiriye. Erkan Yildirimî diyar kir ku “Ev biryar li dijî berxwedana wan bû bersiv.”
“Nikare bi rehetî rûnê, razê”
Erkan Yildirim roja çarşemê bi birayê xwe re hevdîtin pêk aniye: “Dema dest bi greva birçîbûnê kir, 62 kîlo bû, niha 44 kîlo ye, parsûyên wî tên jimartin. Di dest û piyên wî de derz hene, sor bûne, hestiyên wî diêşin. Nikare bi rehetî rûnê, razê.”
Erkan Yildirimî destnîşan kir ku di dema greva birçîbûnê de ti pirsgirêk di dana vîtamîna B1ê de derneketiye. Yildirim ji bo daxwazên birayê wî were bihîstin, beriya niha ber bi Enqereyê ve meşiyabû, li ber avahiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, çalakiyek kiribû.
Dadgehê cezayê wî kêm nekiribû
Gokhan Yildirim 35 salî ye û li gorî hinceta biryara ku heyeta Dadgeha 22yê ya Cezayê Giran a Stenbolê aşkere kiriye, ew bi tohmeta “endamê rêxistinê ye, dest daniye ser wesayitên veguhastinê, bizanebûn birîndar kiriye, parêzbendiya xaniyan binpê kiriye, ziyan daye mal û milkan, gef xwariye, ziyan daye mal û milkên dewletê, çekên gulebar û guleyên bê destûr kirîne û li ser xwe gerandiye û li bal xwe girtiye, sextekarî de dokumanên fermî de kiriye.”
“Ji ber ku gelek caran ceza lê hatiye birîn û aşkerekirina wan cezayan taloq bûye, di pêvajoya kontrolkirinê de dîsa sûc kiriye û ev jî şexsiyeta wî ya neyênî û raboriya wî nîşan didin, her weha di dosyayê de diyar bûye ku wî gelek sûc kirine û cezayên lê hatine birîn wê bandoreke neyênî li ser bike” cezayê wî nehatiye kêmkirin.
Yildirim niştecihê Taxa Gaziyê bû û di 13ê Îlona 2016ê de hatiye desteserkirin. Bi gotina wî, pêvajoya desteserkirin û girtina Yildirimî wiha pêk hatiye: “Di 13ê Îlona 2016ê de dema diçûm Esenyûrtê da ku îdaniya malbata xwe bikim, li Kolana Komarê ya Esenyûrtê polîsan ez sekinandim û bêyî ku tiştekî ji min re bibêjin, min ji wesayitê derxistin û li erdê pahn kirin û min xistin wesayiteke zirxkirî û ez birim Qereqola Kiraçê ya Esenyûrtê, li vir 2 saetan ez rawestandim û paşê ez birim Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê, di van qonaxan de her gav gef li min xwarin û îşkence li min kirin, 20 rojan desteserkirî mam û her gav gel li min hatin xwarin. Piştî roja 3yê pirsgirêkê min ên tenduristiyê çêbûn...”
Her weha deyar kiribû ku berovajî tiştên di îdianameyê de hatine nivîsîn, ew neketiye greva birçîbûnê, 20 rojan her vereşiyaye, serê wî gêj bûye, ji ser hişê xwe çûye, zikê wî êşiyaye û ji ber wê jî wî nikarîbû xwarin bixwariya.
Yildirim tohmetên ku lê hatine barkirin jî qebûl nekiribû. (AS/FD)