Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarên Kerkûk û Silêmaniyê yên girêdayî Rêveberiya Herêma Kurdistanê şewba kolerayê hatiye tespîtkirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê daxuyaniyeke nivîskî daye û ragihandiye ku jinekê 3 roj berê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerkûkê û ji ber nexweşiya kolerayê miriye .
Rêveberiyê 3 roj berê hişyarî li hember nexweşiya kolerayê ku ji cureya bakteriya bi navê Vibrio cholerae çêdibe dabû û bal kişandibû ser metirsiya derbasbûna vîrusê bi taybetî bi avê.
Li Silêmaniyê rewşa awarte hatiye ragihandin
Ji aliyê din ve Rêveberê Tenduristiyê yê Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî di 19ê Hezîranê de civîna çapemeniyê li darxistibû û gotibû ku li Silêmaniyê 56 haletên kolerayê hatine dîtin û li Bexdayê jî di pişkinîna laboratûwaran de 10 halet hatine piştrastkirin.
Di heman rojê de Walîyê Silêmaniyê Heval Ebubekir û Hewramî li ser bûyerên kolerayê û zêdebûna giliyên zikçûyînê li bajêr civîneke çapemeniyê li dar xistibûn.
Hewramî diyar kiriye ku piştî ku wan 10 nexweş şandine Bexdayê û encamê testên erênî bûne û 56 haletên din jî li bajarê Silêmaniyê hatine dîtin, Wezareta Tenduristiya Iraqê rewşa awarte li Silêmaniyê ragihandiye.
Hewramî piştî rojekê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku di heyama 24 saetên borî de 635 kes bi nexweşiya zikçûn û vereşînê li nexweşxaneyên wî bajarî hatine wergirtin.
Rêveberê Tenduristiyê ya Bajarê Silêmaniyê jî diyar kiriye ku li bajêr 4 hezar kes bi giliyên êşa zik, îshal û vereşînê rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Kolera çî ye?
Kolera nexweşiyeke ku zikçûn zêde û akût e û ji ber enfeksiyona rovî ya ku ji hêla bakteriya Vibrio cholerae ve çêdibe pêk tê. Li cîhên ku av û paqijiya kesane kêm in çêbibe. Bi rêya avê belav dibe.(SD/AY)