Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclîsê û Komîsyona Jêr a Lêkolînên Mafên Girtî û Hikumxwaran a Meclîsê derbarê raporên ku piştî serdana Swêdê hatine nevisin û yên piştî serdana Girtîgeha Kadirayê hatine nivîsîn de civînek pêk aniye.
Komîsyonê li Swêdê serdana girtîgehê kiriye û derbarê wê de rapor amade kiriye. Piştî ev rapor hatiye qebûlkirin, parlamenteran derbarê Girtîgeha Kandirayê ya li Kocaeliyê de axivîne.
Li gorî nûçeya Bêrîvan Altanê ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, piştî parlamenteran, Midûrê Giştî yê Girtîgehan Yûnûs Alkaçî bersiva pirsên parlamenteran daye.
Alkaçî ji bo Aysel Tûglûkê xala 16ê ya Qanûna Bicihanîna Cezakirinê bibîr xistiye û gotiye: “Bipaşxistina cezayan bi du şêweyan pêk tê; yek jê hikumxwar bi xwe dixwaze, helbet dema em jî guncav bibinin an jî qet li bendî daxwazê nasekinin, em ji xwe ber mekanîzmayê bikar tînin.
“Mînak, herî dawî, ji bo ku bûye rojev, ez dixwazim derbarê wê mijarê de jî zanyariyan peşkeş bikim: Me derbarê Aysel Xanê de di demeke nêz de careke din prosedura bipaşxistina cezayî da destpêkirin, yanî bêyî ku em li bendî daxwazê bisekinin me rasterast da destpêkirin, me careke din şand Tiba Edlî, kontrola wê hate kirin ji vê hêlê. Helbet di vir de bipaşxistina cezayî mijareke teknîk e, mijareke zanistî ye, rasterast bi tenduristiyê re girêdayî ye. Xala 16ê ev erk rasterast daye Saziya Tiba Edlî.”
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû.(RT/FD)