Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Civîna Lijneya Zanyaran a Koronavîrusê ya Wezareta Tenduristiyê qediyaye. Bikaranîna maskeyan ji bilî wesayitên veguhastinê û saziyên tenduristiyê, li cihên din êdî ne mecbûrî ye.
Piştî civînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji çapemeniyê re gotiye:
“Biryara bikaranîna maskeyan a li deverên girtî êdî bi temamî hatiye rakirin ku nêzîkî 3 sal in ji bo bergiriyên derbarê koronavîrusê de hatibû wergirtin.
"Heta hejmara nexweşan bikeve jêrî hezarî, wê bi tenê li wesayitên veguhesatinê û saziyên tenduristiyê bikaranîna maskeyan mecbûrî be.
"Tirkiye yek ji wan welatên sereke ye ku bi rûyekî sipî ji van hemû ezmûnan derketiye. Ez vê heyeta me ya bi koordînasyona Wezîrê me yê Tenduristiyê têkoşîneke ku ji bo cîhanê bibe mînak dane û binesaziya me ya tenduristiyê û xebatkarên me yên karûbarên tenduristiyê yên em bûn şahidê fedakariya wan pîroz dikim.
"Em nexweşxaneyên me yên ku me navên doktorên xwe yên di vê têkoşînê de winda kirin, weke sembolên vê têkoşînê qebûl dikin."
Di encama civîna Lijneya Zanyaran de ji bo qedexeya muzîkê ti tiştek nehatiye gotin. (TY/FD)