Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi boneya bibîranîna karmendên tendirustiyê yên ku ji ber şewba koronoyê (COVID-19) mirine li pêş Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî daxuyanî daye.
Endamên Konseya Meclîsa Yekîtiya Doktorên Tirkiyeyê (TTB) beşdarî daxuyaniyê bûne. Lêbelê ji ber ku Walîtiya Amedê di 27ê Adarê de çalakî û bername li wî bajarî qedexe kiriye destûr nedane daxuyanî were dayîn.
Di bîranînê de pankarta ku li ser wêneyên karmendên ku mirine hebûne hatiye rakirin. Di destpêka bîranînê de ji bo wan deqeyekê rêz hatiye girtin.
Seroka TTBê ya şaxa Amedê Elîf Turan di bîranînê de axiviye û gotiye: “Tê zanîn bi qasî 2 sal in em li dijî şewba koronoyê têdikoşin. Ji ber sedema şewbê jî heya niha li ser 550 karkerên tendirustvan jiyana xwe ji dest dabûn. Nêzî 200 hekîman jî jiyana xwe ji dest dan û ji dest didin. Yekemîn hekîmê ku ji ber şewba koronoyê jiyana xwe ji dest daye Dr. Cemîl Taşçioglu bû. Li ser bibîranîna Cemîl Taşçiyer û hemû karkerên tendirustiyê ev roj weke roja bibîranîna wan hate hilbijartin.”
‘Em bi cihekî ve naçin, em ê li vir bin’
Elîfê herî dawî gotiye em ê bîranîna wan bidin jiyîn û têkoşîna xwe bidin berdewamkirin. Yên ku ji bo COVID-19 bibe nexweşiya pîşeyî qebûl nakin, yên ku dibêjin ‘ger qebûl nekin bila biçin, çuyîna wan hebe vegera wan tune be’ bila bizanin ji bo em mafê xwe biparêzin em ê li vir bin em bi cihekî ve naçin.”(RT/AY)