Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo "Roja Piştgiriya bi Girtiyên Siyasê re" civîneke çapemeniyê li dar xistiye û daxuyaneyek daye.
Endamên Komîsyonê nameya ku wê ji Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re bişîne di dema civînê de aşkere kiriye.
Gulseren Yolerî, Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHDyê name xwendiye. Yoleriyê diyar kiriye ku digel pirsgirêkên girtî yên li girtîgehan, li dijî girtiyên siyasî pêkanîn û rêzikên cidaxwaz hene û wiha dewam kiriye:
“Me jî xwest van binpêkirinan bi nameyekê bînin ziman. Me xwest ku saziyên pêwendîdar di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih bînin. Di darazê de girtin, divê rewşeke îstîsna be lê ev yek di mijara girtiyên siyasî de êdî bûye qaîdeyek. Ji 300 hezar girtiyan ji sedî 15-20a jê girtiyên siyasî ne. Ji ber şert û mercên girtîgehan û sepanên rêveberiyên girtîgehan, hejmara girtiyên nexweş ên dimirin zêde dibin û bûyerên xwekuştinê bêhtir bûne.”
"Li dijî girtgiyên siyasî hiqûqa dijminatiyê heye"
Yoleriyê bal kişandiye ser rapora 2021an a Girtîgehên Herêma Marmarayê û diyar kiriye ku 6 hezar û 222 carî maf hatine binpêkirin û ev jî nîşan dide bê ka li girtîgehan rewşeke çawa heye. Yoleriyê destnîşan kiriye ku ji mafê tenduristiyê heta mafên ragihandin, hevdîtin û gelek mijarên din; gelek mafên girtiyan tên binpêkirin û bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî, hiqûqa dijminatiyê tê bicihanîn. Gulseren Yoleriyê gotiye ku rayedar dikarin van pirsgirêkan di çarçoveya rêgezên Qanûna Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan û hiqûqa navneteweyî de çareser bikin.
Di berdewamê de Yoleriyê behsa rewşa li Girtîgeha Îmraliyê kiriye û wiha gotiye: “Li dijî girtiyên siyasî rejîma tecrîda giran tê sepandin. Ev girtî ji girtiyên din bêhtir di girtîgehê de dimînin. Tevî biryarên DMMEyê jî, li dijî girtiyên siyasî yên bi cezayê muebeta girankirî tên darizandin, cidaxwazî tê kirin. Divê dev ji vê cidaxwaziya li dijî maf û hiqûqa gerdûnî berdin. Weke li Girtîgeha Îmraliyê tê dîtin, sepanên li gorî şexsan hatine çêkirin di meriyetê de ne. Bi guhertina qanûnan re ev helwest tê xurtkirin.”
"Cidaxwazî heye"
"Bi Qanûna Hejmar 7242yê ya di 14ê Nîsana 2020an de hatiye derxistin û bi rêziknameya nirxandina hukman û navendên çavdêrî û dabeşkirinê de ku di 29ê Kanûna 2020an de hatibû derxistin re, newekheviya di navbera girtiyan de zêdetir bûye. (RT/FD)
*Çavkanî - Fotograf: MA